Erdogan: Em bi şirîkê xwe re pêngavên nû nîqaş dikin
Serokkomar Tayyîp Erdogan di civîna koma AKP’ê de axivî û têkildarî pêvajoyê got: “Em bi şirîkê xwe re rê û rêbaz û pêngavên nû nîqaş dikin.”
- 14:11
DEM Partiyê ji bo windakiriyan 100 pêşnûme pêşkêş kir
Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça ji bo kesên bi di bin çavan de hatine windakirin û cînayetên kiryar nediyar 100 pêşnûme da Wezareta Dadê û pirsa “Li gel Serokatiya Daîreya Lêkolîna Sûcên Kiryar Nediyar dê Daîreya Lêkolîna Sûcên Bi Darê Zorê Hatine Windakirin jî dê bê damezirandin?” kir.
- 13:58
Bakirhan li Agirî serdana dikandaran kir
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ku li bajêr serdana dikandaran kir, destnîşan kir ku ji bo çareseriya pirsgirêkan divê yekitî û piştevanî bê xurtkirin.
- 13:22
Dê ‘Konferansa veguherîna demokratîk a komarê’ bê lidarxistin
Di 13-14’ê Hezîranê de dê li Stenbolê “Konferansa veguherîna demokratîk” were lidarxistin.
- 13:13
Gulistan Kiliç Koçyîgît: Rapora Meclisê nexşerê ye
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît anî ziman ku ji bo pêşveçûna pêvajoyê pêdivî bi gavên hiqûqî hene û got: “Ji Meclîsê, saziyên siyasî û desthilat ji bo pêşvebirina pêvajoyê divê di nava hewldanan de bin. Çavê raya giştî li Meclîsê, desthilatê û çêkirina qanûnan e.”
- 12:58
Li gorî Meclisê daxwaza ‘lêkolîna cîneyetên kiryar nediyar’ qebe ye
Pêşnûmeya Lêkolînê ya têkildarî “cînayetên kiryar nediyar” ku pêşkêşî Meclisê hatibû kirin, “qebe” hate dîtin û hate redkirin.
- 12:49
Hêlîn Umît: Divê statuya ‘Rêberê Gelê Kurd’ êdî hiqûqî bibe
Endama Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Helîn Umît, diyar kir ku pêvajo yekalî nadome û got: “Statuyeke Rêber Apo heye, ew jî rêberê gelê Kurd e. Divê ev statû hiqûqî bibe.”
- 12:21
‘Torena 300 endaman’ a AKP’ê ya li Colemêrgê vala derket!
AKP’ê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku li gundê Peyanisê yê Colemêrgê 300 kes tev li partiya wan bûne. Şêniyên gund ev daxuyanî derewand û gotin tenê 17 kes tev li bûne.
- 12:05
Li Amedê komxebata rêveberiyên xwecihî: Divê qadên hilberîna komunal bên avakirin
Hevserokê GABB’ê Siraç Çelîk di “Komxebata di rêveberiyên xwecihî de aborî, komun û kooperatîf” de axivî û got: “Qadên hilberîna komunal, tecrûbeyên kooperatîfan, xebatên çandinî û xurekan, pratîkên hilberîna hevpar û torên piştevaniyê; li dijî feraseta aboriyê ya piyasayê esas digire hewceye nîşan bidin ku modelên cuda yên pêdiviyên civakê esas digirin pêkan in.”
- 12:00
Roja sondajê ya projeya JES’ê: Em bi hev re li ber xwe bidin
Li gundê Xwarik, nobeda li dijî projeya JES’ê di roja 18’emîn de berdewam dike. Îro ji ber roja sondajê ya projeyê ye, welatiyên di nobedê de ji bo berxwedanê bangî gelê Gimgimê kirin.
- 11:52
Bêyî destûrê li Bazirganê GES tê avakirin
Li gundê Bazirgan ê Giyadînê bêyî ku destûra xebatê hebe GES tê avakirin. Di navbera gundiyên bertek nîşanî GES’ê dan û xebatkarên şîrketê de rageşî derket.
- 11:39
Belgeya ‘kirêkirina’ gundên Şax û Heblerê derket holê
Belge derkete holê ku Wezareta Çandinî û Darinstanê, gundên Şax û Hebler ên Cizîrê ku di salên 1993’yan de bi îdiayên “ewlehiyê” hatibûn valakirin, bi kirê daye Wezareta Parastinê. Gundê ku di pileya yekemîn de di statuya qada sît a arkeolojîk e, lê tetbîqatên leşkerî tên kirin.
- 11:16
Ciwanên bin 18 saliyê dixin xefika ‘şîrketên sexte’
Derket holê ku bi rêya tora fatûreyên sexte ya li ser şîrketa Arden Grup a navenda wê Îzmîrê hatiye avakirin re gelek ciwan bi soza kar hatine xapandin û li ser navê ciwanan bi bihayê milyon lîreyan karên derusûlî hatine kirin.
- 11:09
Di çarçoveya Heftiya Windakiriyan de fîlmê ‘Kuf’ hate nîşandan
Di çarçoveya çalakiyên Heftiya Windakiriyên di Bin Çavan a ku ji aliyê ÎHD û TÎHV’ê ve tê lidarxistin, filmê “Kuf” hate nîşandan.
- 10:31
Pirtûka Şadiya Manapê ya ‘Av jî Dinivîse’ derket
Pirtûka Şadiye Manap a bi navê “Av jî Dinivîse” ji weşanên Aryenê derket.
- 10:21
Cotkarên sîran hem ji dewletê hem ji bazirganan bi gazinc in
Cotkarên Rihayê, sala borî donima erdê ku bi 110 hezar TL difrotin îsal di navbera 50 û 10 hezar TL de difroşin. Cotkarên ku sîmsaran bi gazinc din, daxwaza kontrolê kirin.
- 10:03
Li Meletiyê bi pileya 5,6 erdhej çêbû
Li navçeya Battalgazî ya Meletiyê bi pileya 5,6 erdhej çêbû.
- 09:51
Mêşvan bi gilî û gazincin: Em heqê keda xwe nagirin
Mêşvan Enver û Bahar Kulter, diyar kirin ku ji ber îsal barîn pir dirêj ajotin, piraniya mêşên xwe winda kirine û gotin: “Em heqê keda xwe nagirin.”
- 09:43
Komeleya Em ji bo Pêşerojê li Vir in hat damezirandin: Ciwan dê pêşeroja xwe ava bikin
Rêveberên Komeleya Em ji bo Pêşerojê li Vir in a ku nû hat damezirandin, destnîşan kirin ku pêşerojeke bihêz tenê bi destê ciwanên zana, aktîf û xwedî berpirsiyarî dikare were avakirin.
- 09:24
Li Dêrsimê zêdetirî 150 xebatên madenan hene: Çare pêşengiya rast e
Sekreterê ÎKK'ê ya Şaxa TMMOB'ê ya Dêrsimê Ugur Beycan, diyar kir ku li Dêrsimê zêdetirî 150 xebatên madenê tên kirin û got: "Çareya me ew e ku em bi pêşengiyeke rast, xwezaya azad biparêzin."
- 09:20
Têkoşîna dayikekê ya ji bo kurê xwe yê tiryakkêş û li dijî xizaniyê
Mechûre Polat a ku di mercên xizan de bi tena serê xwe li ber halê xwe dide daxwaza tedawiya kurê xwe yê tiryakkêş û tamîra xaniyê xwe yê hilweşiyayî kir.
- 09:10
Bajarê Serhedê yê herî bi dar û ber vediguherînin betonê
Li Herêma Serhedê bajarê herî bi dar û ber û ji hêla çandiniyê ve dewlemend Îdir e. Lê li Îdirê niha her der vediguhere betonê. Avahîsaz Ozgur Akkuş, got: “Hewceye pêşiya vê betonkirinê were girtin û qadên şînkatiyê bên zêdekirin.”
- 09:09
Serokê Baroya Amedê Guleç: Divê rola rêzdar Ocalan bibe xwedî statuyeke hiqûqî
Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç destnîşan kir ku divê rola Abdullah Ocalan a di pêvajoyê de bibe xwedî statuyeke hiqûqî û diyar kir ku bendewariya Kurdan jî ev e.
- 09:08
‘Berî her tiştî divê zimanê medyayê bibe zimanê aştiyê’
Rojnamevan Tugçe Tatarî destnîşan kir ku di civakîkirina aştiyê de zimanê medyayê pir girîng e û got: “Berî her tiştî divê zimanê medyayê bibe zimanê aştiyê.”
- 09:05