Li Amedê etîketên bi Kurdî li esnafan hatin belavkirin

Parve bike:

AMED - Di çarçoveya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê de li Amedê etîketên bi Kurdî li esnafan hatin belavkirin. 

 
Di çarçoveya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de, bi hevkarî û beşdariya Gerînendetiya Karên Çand û Civakî ya Şaredariya Peyasê, Gerînendetiya Parastin û Pêşxistina Ziman a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Komeleya Lêkolînê ya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), li bazara taxê ya semta Gazîler a li Taxa Firatê ya girêdayî navçeya Peyasê etîketên biçûk û tabelayên bi zimanê Kurdî li esnafan hatin belavkirin.
 
Di nav etîketan de yên biha û navên zebzeyan ên bi Kurdî (Kurmancî û Kirmanckî), her wiha tabelayên deriyan ên bi nivîsên “Vekirî - Girtî” û “Bi xêr hatin” jî hebûn û li dikan û kargehan hatin daliqandin.
 
Şandeyê, bi dikandarên bazarê û welatiyên re sihbet kir, guh da daxwaz û pêşniyarên wan û tekez kir ku parastina mîrateya çandî û bikaranîna zimanê dayikê di hemû warên jiyana rojane de, bi taybetî jî di qada bazirganiyê de pir girîng e. Dikandar û welatiyan jî keyfxweşiya xwe anîn ziman û eleqeyeke mezin nîşan dan. Gelek kesan gotin ku çalakiyên bi vî awayî ji bo zindîkirina zimanê Kurdî di jiyana rojane de gaveke pir bi qîmet e.