Jinên TMMOB’î: Em kampanyaya piştevaniya bi Kobanê re mezin bikin
AMED - Koma Xebat ya Jinan a ÎKK’a TMMBO’a Amedê piştgiriya xwe ya bi kampanyaya “piştevaniya hîjyenê” ya bi jinên Kobanêyî re ragihand û banga mezinkirina kampanyayê kir.
Lijneya Koordînasyona Bajêr a Amedê ya Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyaran a Tirk (TMMOB) bi dirûşma “Piştgiriya bi jinên Kobanê re. Bi ruhê berxwedanê yê 8’ê Adarê em jiyanê diparêzin” li avahiyê Şaxa Endezyarên Înşaatê ya li navçeya Bajarê Nû ya Amedê daxuyanî da. Endam û rêveberên TMMOB’ê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê ya bi Tirkî Hevseroka Odeya Endezyarên Madenê Zeynep Ogûzê xwend.
Zeynep Ogûzê diyar kir ku bi ruhê berxwedanê yê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê re piştgiriya xwe ya ji bo kampanyaya piştevaniya bi jinên Kobanê ji raya giştî re radigihînin û got: “Li hemberî polîtîkayên şer ên ku li cîhanê û Rojhilata Navîn her ku diçe zêde dibin, li dijî newekhevî û pêkanînên antî-demokratîk, em piştevaniya jinan û daxwaza aştiyê bilind dikin. Li Rojava, jin ne tenê mexdûrên şer in; di heman demê de ew kirde ne ku jiyanê ji nû ve ava dikin, bi xwerêxistinkirina xwe veguherîna civakî pêk tînin û li dijî pergala mêrsalar modeleke jiyana alternatîf ava dikin. Berxwedana jinan a ku li Rojava derketiye holê; bûye sembola hêviyê ya li dijî tarîtiyê, sembola avakirina nû ya li dijî rûxanê û sembola têkoşîna azadiyê ya li dijî tundiyê.”
‘NE TENÊ ALÎKARIYA MIROVÎ YE LÊ HELWESTEKÎ POLÎTÎK E’
Zeynep Ogûzê destnîşan kir ku polîtîkayên şer herî zêde bandorê li jin û zarokan dikin û got: “Encamên giran ên wekî koçberkirin, xizanî, tundî, îstîsmar û bêparbûna ji mafê perwerdehiyê, perspektîfa zayendiya civakî ya şer bi eşkereyî nîşan didin. Şer dema ku jiyan, xweza û kedê wêran dike, mafên jinan ên hatine bidestxistin jî paş ve dibe. Ji ber vê yekê, em parastina aştiyê ya li dijî her cure polîtîkayên milîtarîst wekî beşeke bingehîn a têkoşîna jinan dibînin. Di bin van mercan de xebatên piştevaniyê ne tenê alîkariyeke mirovî ne; di heman demê de helwesteke polîtîk e ku ji bo têkoşîna azadiya jinan tê nîşandan.”
BANGA MEZINKIRINA KAMPANYAYÊ
Bi domdarî Zeynep Ogûzê anî ziman ku pirsgirêka Kurd a ku li Tirkiyeyê bi salan e bêçareserî hatiye hiştin, mijareke sereke ya civakî ye ku divê bi rêbazên demokratîk û aştiyane were destgirtin û got: “Êdî pêdivî bi pêvajoyeke wisa heye ku ne çek lê gotin tê de biaxivin; ne polîtîkayên înkar û ewlehiyê, lê gavên demokratîk werin avêtin. Rêya aştiyeke mayînde; ji lihevkirineke civakî ya ku li ser bingeha hemwelatiya wekhev, garantîkirina maf û azadiyên bingehîn û vekirina qenalên beşdariya demokratîk hatî avakirin, derbas dibe. Wekî jin em dizanin ku di pêvajoyên aştiyê de gotina herî bi bandor û mayînde, gotina jinan e. Em wekî jinên endezyar, mîmar û plansazên bajêr, li mîrasa dîrokî ya 8’ê Adarê xwedî derdikevin û diyar dikin ku em li gel têkoşîna jiyana wekhevîxwaz, azadîxwaz û demokratîk a jinên Rojava ne. Em bi hêza xwe ya rêxistinkirî piştgirî didin kampanyaya ku berdewam dike û bang li raya giştî dikin ku vê piştevaniyê mezin bikin.”