Bû 10 roj avê nadin du navçeyên Mêrdînê
MÊRDÎN - Ji ber teqîna di Xeta Ava Vexwarinê de pêk hatî, bû 10 roj ji navçeyên Qoser û Artukluyê re av nayê dayin.
Di navbera 28’ê Sibatê û 4’ê Adarê de di Xeta Ava Vexwarinê ya navçeyên Artkuklu û Qoserê de teqîn çêbû. Piştî teqînê ava vexwarinê ya her du navçeyan qut bû. Di encama mudaxileya komên Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê (MARSU) ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin, erîzeya di xeta avê de di şeva 8’ê Adarê de hate çêkirin. Lê piştî av hate dayin, îcar li cihekî teqîn çêbû.
Ji ber teqînê, ava vexwarinê ya her du navçeyan qut bû. Ji bo çêkirina xetên avê xebat didomin. Xelkê navçeyan ku ev 10 roj in bêav in, piştî ava di depoyan de xelas bûy, niha bi tankeran avê distînin. Lewma gelek malbat bêav mane. Welatiyên mexdûr, bi bîdonan avê dikişînin malên xwe. Nayê zanîn dê pirsgirêk kengî çareser bibe.
Şaredariya Bajarê Mezin û MARSU’yê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî da û got ku ji bo çareseriya pirsgirêkê di nava hewldanan de ne.