Hevdîtina DYA-Îranê dê li Cinevê bidome
NAVENDA NÛÇEYAN - Tura duyemîn a hevdîtinên di navbera DYA û Îranê de dê sibe li Cinevê bidomin.
Tura duyemîn a hevdîtinên di navbera DYA û Îranê de dê sibe li Cinevê bidomin. Li gorî nûçaya CNBC-e'yê; rayedarekî îranî got ku di civînê de tê payin ku mijarên têkildarî ewlehî û bernameya nukleerê bên rojevê. Tê gotin ku pêşketina pêvajoyê dê bandorê li têkiliyên DYA û Îranê yên di pêşerojê de û hevsengiya li Rojhilata Navîn bike.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî li ser medyaya dijîtal X’ê got ku bi Dîroktorê Giştî yê Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (IAEA) Rafael Mariano Grossi re hevdîtinê bike û “li ser mijarên teknîkî hevdîtinên kûr” bikin. Arakçî, got ku dê di 16’ê Sibatê (îro) jî bi beriya hevdîtinên bi DYA’yê re, bi Wezîrê Karên Derve yê Ummanê Badr bin Hamad Al Busaidi re hevdîtinê bike. Arakçî, got: “Li Cinevê ez, ji bo peymaneke adilane û wekhevîparêz, pêşniyarên şênber dikim. Tişta ne li ser maseyê; serîtewandina li dijî gefan e.”
Reuters'ê jî duh di nûçeyeke xwe de got ku 2 rayedarên DYA’yî yên nexwestin navê xwe bidin, diyar kirin ku artêşa DYA’yê xwe ji bo operasyoneke domdirêj a li dijî Îranê amade dike.
Hevdîtinên tura ewil a DYA û Îranê, di 6’ê Sibata 2026’a de li paytexta Ummanê Maskatê bi awayekî neyekser dest pê kirin. Nûnerê Taybet ê DYA’yê Steve Witkoff, Arakçî û Busaîdî navbeynkariya hevdîtinan kiribûn.