Pakistanê êrişî Efxanistanê kir: Herî kêm 18 kes mirin
NAVENDA NÛÇEYAN - Pakistanê li dijî sînorê Efxanistanê êrişekî hewayî pêk anî û di êrişê de herî kêm 18 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Pakistanê ragihand ku êrişên hewayî li ser 7 nuqteyên li ser sînorê Efxanistanê pêk aniye. Hat ragihandin ku di êrîşan de herî kêm 18 kesan jiyana xwe ji dest dan û di nava miriyan de zarok jî hene.
Wezareta Enformasyonê ya Pakistanê ragihand ku ev operasyon weke bersiva li dijî êrişên li ser xaka welêt û êrişa xwekujî ya li mizgefta Îslamabadê, pêk hatiye.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku “sirnax û kampên terorê” hatine hedefgirtin. Hat îdîakirin ku di nava komên hatine hedefgirtin de çêkereke girêdayî DAIŞ’ê heye.
Wezareta Parastinê ya Efxanistanê êriş şermezar kirin û hişyarî da ku “wê bersiveke guncaw û bi pîvan were dayîn”.
RAGÊŞIYA KU LI SER SÎNOR ZÊDE DIBE
Pakistan rêveberiya Talîbanê ya li Efxanistanê sûcdar dike ku komên çekdar ên êrişî xaka Pakistanê dikin, di nava xwe de digire. Ji dema ku 2021’an Talîbanê li Kabîlê rêveberî bi dest xist û vir ve dem bi dem navbera her du welatan şer diqewime. Rêveberiya Efxanistanê jî sûcdariyan red dike.
DI 3 MEHAN DE HERÎ KÊM 70 SIVÎL HATIN KUŞTIN
Li gorî rapora 8’ê Sibatê ya Mîsyona Alîkariyê ya Efxanistanê ya Neteweyên Yekbûyî (UNAMA), di sê mehên dawî yên sala 2025’an de ji ber operasyonên hêzên Pakistanê li Efganistanê 70 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 478 kes birîndar bûn. Ji dema navîna Cotmehê û vir ve sînorê navbera her du welatan di asteke mezin de girtî tê hiştin; ev rewş di aliyê nerênî de bandorê li bazirganiyê û jiyana rojane ya gel a li xeta sînor dike.