NAVENDA NÛÇEYAN - Seyyed Mucteba Xamaney ku li şûna bavê xwe Alî Xamaney ê di 28’ê Sibatê de hate kuştin hat hilbijartin, bi xwe re nîqaşên “monarşiyê” anî. Tê gotin ku Mucteba Xamaney di nava hêzên rejîmê de “kesekî bihêz” e.
Meclisa Pisporan a Îranê, duh di saetên şevê de rêberê xwe yê nû yê olî hilbijart. Li gorî vê; li şûna Alî Xamaney ku di 28’ê Sibatê de ji hêla Îsraîl-DYA’yê ve hate kuştin, kurê wî Seyyed Mucteba Xamaney hate hilbijartin. Xamaney ku li pêşberî kamerayan zêde xuya nake, li Îranê weke kesayetekî olî yê Şîe û karekterekî siyasî tê dîtin. Di 8’ê Îlona 1969’an de li bajarê Meşhedê yê Îranê ji dayik bû. Kurê duyemîn ê Alî Xamaney e. Mucteba Xamaney ku li dibistanên Tehranê hatiye perwedekirin, piştre jî li bajarê Qomê yê Îranê di nava pergala perwerdeyê ya jê re Havza tê gotin de hate perwerdekirin. Li vir têkildarî Fiqih (Hiqûqa Îslamê), Usûl-î Fiqih (metedolojiya hiqûqa Îslamê), tevsîr (şîroveya Qur’anê), ilmê hedîsan, gramera Erebî û metnên Îslama klasîk hate perwerdekirin.
Têkiliyên wî yên bi Artêşa Muhafizên Şoreşa Îranê û hêzên Besîcê re xurt e. Her çend li pêşberî kamerayan zêde xuya neke jî, di siyaseta Îranê de kesekî bibandor e. Her wiha tê îdiakirin ku di tepisandina çalakiyên piştî hilbijartinên giştî yên di sala 2009’an de li Îranê hatin destpêkirin de jî roleke mezin lîst.
NÎQAŞÊN MONARŞIYÊ
Her wiha tê gotin ku piştî “Şoreşa Îslamê” ya sala 1979’an a li Îranê, pergala hatiye avakirin bi awayekî teqez monarşiyê red dike lewma jî hilbijartina Mucteba Xamaney rê li ber nîqaşan vekiriye. Mucteba Xamaney, weke berdewamiya aliyê hişk ê bavê xwe tê dîtin. Tê gotin ku dibe Mucteba Xamaney di krîza herêmî de bi roleke bêhtir tund rabe. Lîderê olî yê nû Mucteba Xamaney, hem serfermandarê artêşê, hem jî di qadên daraz û polîtîkaya derve de xwedî gotina dawî ye.