HRANA: Li Îranê û Rojhilat di rojekê de herî kêm 33 sivîl hatin kuştin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - HRANA'yê rapora xwe ya têkildarî êrişên ser Îran û Rojhilat aşkera kir. HRANA’yê got ku di nava 24 saetan de herî kêm 33 sivîl hatine kuştin û 50 jî birîndar bûne. 

 
Ajansa Nûçeyan a Aktivîstên Mafên Mirovan (HRANA) li ser êrişên 24 saetên dawî yên DYA û Îsraîlê yên li ser rojhilatê Kurdistanê û Îranê bîlançoyek eşkere kir. Hate ragihand ku di 24 saetên bihurî de di encama êrişên Îsraîl-Amerîkayê yên li ser Rojhilat û Îranê de herî kêm 33 welatiyên sivîl hatine kuştin û 50 welatî jî birîndar bûne.
 
HRANA’yê destnîşan kir ku Îsraîl û Amerîkayê di 24 saetan de li ser 30 parêzgehên rojhilatê Kurdistan û Îranê, herî kêm 752 êriş pêkanîne ku 124 baregehên leşkerî, baregehên pasdarên şoreşê, navendên Besîc, balafirgehên leşkerî, baregehên polîsan û bîrên neftê hatine hedef girtin.
 
HRANA’yê ragihand ku niha hewl didin 316 bûyerên mirin û birîndariyan piştrast bikin. 
 
HRANA da zanîn ku piraniya êrişan li ser Tehranê hatine pêkanîn û di rêza duyem û sêyem de jî Xozistan û Kirmanşan hebû. HRANA’yê ragihand ku ji destpêka şer ve li Rojhilat û Îranê hezar û 238 welatiyên sivîl hatine qetilkirin.          
Nûçeyên Têkildar
Li Îranê piştî şer mafên heyî jî hatin astengkirin
Li Îranê piştî şer mafên heyî jî hatin astengkirin

Edîtorê malpera "Dengê Girtiyan a li Îranê" Shahrokh Tavakolî, diyar kir ku di pêvajoya şerê DYA û Îsraîlê de hemû mafên girtiyan hatine rawestandin û got: "Rejîm ji şer û dijminekî biyanî zêdetir ji gel ditirse. Şermezarkirina van kiryaran ne bes e, divê zext were kirin."

Bîlançoya li Îranê giran dibe: Herî kêm hezar û 369 kes hatin kuştin
Bîlançoya li Îranê giran dibe: Herî kêm hezar û 369 kes hatin kuştin

Di êrişên DYA-Îsraîlê yên li dijî Rojhilat de 15 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Di nava 20 rojan de herî kêm hezar û 369 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

Îranê ragihand ku 3 kes darve kiriye
Îranê ragihand ku 3 kes darve kiriye

Îranê, ragihand ku 3 kes bi îdiaya “Sîxurtiya Îsraîl û DYA’yê” darve kiriye.

Wehşeta rejîma Îranê: Di bin çavan de 2 jin bi komî hatin tecawizkirin
Wehşeta rejîma Îranê: Di bin çavan de 2 jin bi komî hatin tecawizkirin

Derket holê ku 2 hemşîreyên jin ên bi hinceta di dema çalakiyên protestoyî de welatiyên birîndar tedawî kirine hatin binçavkirin, di bin çavan de bi awayekî sîstematîk hatine tecawizkirin.

'Ger rejim li ser desthilatê bimîne gelên Îranê dê rojên tirsnak bijîn'
'Ger rejim li ser desthilatê bimîne gelên Îranê dê rojên tirsnak bijîn'

Femînîst Nasrîn Momenê diyar kir ku rejîm ji bo li ser desthilatê bimîne dê her tiştî bike û got: "Berdewamiya hebûna vê rejimê, tê wateya berdewamiya zextekî pir berfireh û mirinê ya li dijî gelê Îranê."