22 welatan bang li Îranê kirin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - 22 welatan ku di nav de DYA jî cih digire, bang li Îranê kir ku dawî li kuştin, revandin û çalakiyên tirsandinê bîne û destnîşan kirin ku ev rewş binpêkirina serweriya neteweyî ye.
 
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û hin welatên Ewropayê jî di nav de 23 welatan bang li Îranê kir ku hedefkirina welatiyên xwe li ser axa xwe rawestîne.
 
Di daxuyaniya hevbeş a 22 welatan de ku îro hat weşanandin, hate gotin: "Hewldanên kuştin, revandin, tengavkirin, tirsandin an jî hedefkirina kesan li ser axa xwe, serdestiya neteweyî û pîvanên navneteweyî lewaz dikin."
 
Di daxuyaniyê de bang li Îranê hat kirin ku van kiryaran tavilê rawestîne, rêzê bide serdestiya welatan û li gorî qanûnên navneteweyî tev bigerin ku bingeha têkiliyan di navbera welatan de ye. Herwiha hişyarî li ser bandorên dewamkirina mîna van kiryaran li ser ewlehî û aramiya navneteweyî hat kirin.
 
Navê welatên bang li Îranê kirine wiha ne; Amerîka, Brîtanya, Awistralya, Awistirya, Belçîka, Bulgaristan, Kanada, Komara Çek, Danîmarka, Estonya, Fînlandiya, Fransa, Almanya, Îrlanda, Letonya, Lîtvanya, Hollanda, Zelandaya Nû, Makedonyaya Bakur, Norwêç, Portekîz, Swêd.