ENQERE - Profesorê hiqûqê Norman Paech diyar kir ku pêşnûmeqanûna çarçoveyê bi halê xwe yê heyî kêm e û rexne li wê yekê kir ku çima Meclis bêtir daxilî pêvajoyê nabe.
Pêşniyarqanûna bi navê "Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Entegrasyona Civakî" ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hat amadekirin, di 5'ê Tebaxê de ji Serokê Meclisê re hat pêşkêşkirin. Piştî ku ji hêla Komîsyona Dadê ya Meclisê ve hat pejirandin, tê payîn ku pêşniyar îro pêşkêşî Lijneya Giştî ya Meclisê bê kirin.
Di demeke wiha de ku pêvajo ji hêla civaka navneteweyî ve bi baldarî tê şopandin, Endamê Nundestag a Alman ê berê Prof. Dr. Norman Paech, rexneyên xwe li ser berfirehbûna pêşniyarê anîn ziman.
'PIRSGIÊRKA BINGEHÎN NEBÛNA MAFÊ HÊVIYÊ YE'
Paech bal kişand ser wê yekê ku pêşnûmeqanûn hêj tu perspektîfekê der barê pêvajoya aştiyê û demokratîkbûnê de pêşkêş nake û nebûna "mafê hêviyê" ji bo Abdullah Ocalan wekî yek ji pirsgirêkên bingehîn destnîşan kir. Paech diyar kir ku pêşnûme di rewşa heyî de kêm e û got: "Kurd ku yek ji gelên herî mezin ên Tirkiyeyê ne, di pêşnûmeqanûnê de hema bêje tên paşguhkirin. Navê rêber û nûnerê wan, Abdullah Ocalan, qet nayê ziman; herwiha tevî ku Ocalan bi banga xwe pêvajoya aştiyê û demokratîkbûnê daye destpêkirin jî, ew daxilî nav pêvajoyê nehatiye kirin. Herçend pêşnûme behsa prosedurên têkildarî darizandinê, demên derbasbûyî yên qanûnî û windakirina mafan dike jî, der barê paşeroja girtiyê herî berbiçav Abdullah Ocalan de, tu gotinek nayê kirin. Mixabin, tu bendek ji bo vexwendina nûnerên welatên dost ên demokratîk jî nîne da ku der barê pêvajoya aştiyê de şêwirmendiyê bikin."
Paech herwiha rexne li wê yekê girt ku bala sereke ya pêşnûmeyê li ser çekdanînê ye. Paech got: "Di pêşnûmeyê de tu pêşniyar der barê pêvajoya demokratîkbûna berfireh de nînin, ya ku ev du sal in mijara têkoşîna Meclisê ye." Paech wiha domand: "Tu behsa wekheviya Kurdan û gelên din ên Tirkiyeyê wekî aktorên vê pêvajoyê nayê kirin. Pêşnûme dişibe biryarnameyeke ku ji jor ve hatiye ferzkirin; tê de welatî ne xwediyê gotin an hêza biryardanê ne û nayên temsîlkirin heta di komîteya navendî de jî. Heta ji bo parlamentoyê bi xwe jî di vê pêvajoyê de tu rol nehatiye diyarkirin."
Paech, der barê navê qanûnê de, diyar kir ku ji bo qanûneke ku armanca wê piştevaniya neteweyî û entegrasyona civakî ye bikêrhatî be, divê hin merc bên bicihanîn. Paech ev merc wiha rêz kirin: “Divê qanûn wan nakokiyên heyî yên di nava civakê de ku pêwîst e bên çareserkirin destnîşan bike, balê bikişîne ser wan kom û aktorên cihêreng ên ku piştevaniî û entegrasyona wan tê armanckirin, nûnerên wan tevlî pêvajoyê bike û ji bo hemû kesên ku beşdarî pêvajoyê dibin, bingeheke li ser esasê naskirin û wekheviyê ava bike.”
MA / Denîz Karabûdak