Ciwanên ku tevlî seferberiyê bûn: Divê ciwanên Kurd werin Rojavayê

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Ciwanên ji Kurdistana Federe li dijî êrişan çûn Rojavayê gotin: “Em ê yan li vir Rojavayê azad bikin, an jî em ê venegerin. Em ê xwe ji bo Rojavayê feda bikin.”
 
Êrişêm çeteyên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirkiyeyê li ser Rojavayê Kurdistanê dewam dikin, li çar parçeyên Kurdistanê tevlîbûna ji bo seferberiya giştî dewam dikin. Komeke ciwanên ku di çarçoveya seferberiya giştî de ji bo parastina Rojavayê Herêma Kurdistana Federe çûn Rojavayê, diyarkirin ku ew ji bo parastina Rojavayê hatine û wiha gotin: “Em bang li hemû ciwanên Başûr, Bakur û Rojhilat dikin ku Rojava biparêzin. Çeteyên DAÎŞ’ê yên li Şamê porên jinan qut dikin û pesnê xwe pê didin. Her ciwanên Kurd ên bi rûmet divê were vir û Rojava biparêze. Divê li vir li ber xwe bide.”
 
Ciwanan destnîşankirin ku ger Rojava were tunekirin wê parçeyên din ên Kurdistanê jî tune bibin û wiha gotin, “Rojava Kurdistan e. Em hatin û me çek rakir, an em ê Rojava azad bikin an jî em ê nevegerin. Em spasiya her kesên ku ji bo Rojava dixebitin, dikin. Em ji bo ku xwe ji bo Rojava feda bikin hatine vir.”