NAVENDA NÛÇEYAN - Sosyologê navdar Michael Lowy ku yek ji wan 33 ramangêrên cîhanî ye ku ji bo sepandina "mafê hêviyê" bang li Tirkiyeyê kiribûn, got: "Mafê hêviyê, di rêya azadiya gelê Kurd de gava yekem e."
Ji bo salvegera Banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku Abdullah Ocalan di 27'ê Sibata 2025'an de kiribû, 33 ramangêrên navdar ên wekî Jody Williams, Edgar Morin, Slavoj Zizek û Angela Davis bangekê hevpar kirin. Di bangê de hat xwestin ku "mafê hêviyê" were sepandin û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan were misogerkirin.
Sosyologê Fransî Michael Lowy ku yek ji îmzevanê vê bangê ye, der barê bangê û rewşa Abdullah Ocalan de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
Lowy diyar kir ku ew piştgiriyê dide hewildanên Tevgera Azadiyêya Kurd ên ji bo çareseriyekî aştiyane û demokratîk û destnîşan kir ku divê Abdullah Ocalan û gelê Kurd xwedî "mafê hêviyê" bin û ev tişt got: "Hêvî dikim ku banga me ji bo rewakirina têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd bibe alîkar. ‘Mafê hêviyê’, ji bo Ocalan û gelê Kurd di rêya azadiya tam de gava yekem e."
BANDORA HELWESTA TIRKIYEYÊ LI SER PÊVAJOYÊ
Lowy anî ziman ku Abdullah Ocalan û PKK'ê ji bo bêçekkirin û çareseriyekî aştiyane gavên girîng avêtine, lê wî nedîtiye ku ji aliyê Serokkomar Erdogan ve gav hatibin avêtin û wiha pê de çû: "Abdullah Ocalan azad nebûye, Selahattîn Demîrtaş û girtiyên din ên siyasî yên Kurd hêj di girtîgehê de ne, şaredarên Kurd ên gelek bajaran hêj veneeriyane ser peywira xwe, mafên çand û ziman ên Kurdan nehatine mîsogerkirin. Ez behsa destwerdana Erdogan a li Sûriyeyê ya li dijî gelê Rojava nakim. Ev helwesta hikûmeta Tirk bandorekî neyînî li pêvajoyê dike."
TEVKARIYA JI BO SOSYALÎZMA ENTERNASYONALÎST
Lowy destnîşan kir ku banga Ocalan hem ji bo pêşeroja Tirkiyeyê hem jî ji bo pêşerojekê demokratîk a gerdûnî girîng e û got: "Perspektîfa Ocalan a ku ji sînorên teng ên netewe dewletê derbas dibe, tevkariyekî girîng e ji bo bernameyekî sosyalîst a pir neteweyî û enternasyonalîst. Ocalan girîngiya diyarker a pirsgirêka ekolojiyê ya ji bo pêşeroja mirovahiyê jî fêm kiriye."
Lowy anî ziman ku berdana girtiyên siyasî û ya Abdullah Ocalan, ji bo bawerî û diyalogekê rastîn gava yekem a pêwîst e û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Heke Ocalan û girtiyên siyasî werin berdan, ev ê bandorekî pozîtîf li demokrasiya Tirkiyeyê bike. Heke hikûmeta Tirk destwerdana xwe ya li ser xweseriya Kurdan a li Sûriyeyê (Rojava) bide sekinandin, ev ê ji bo demokrasiya herêmê bibe gavekî girîng."
MA / Hîvda Çelebî