AMED - MA Musîc a ku di encama rêxistinkirina komunê de derket holê, kete sala xwe ya 9'an. Hêlîn Kiliçarslan a ku di Ma Musicê de wek xwendekar dest pê kir û niha wek mamoste berdewam dike, ji bo çalakiya sala 9'an a ku dê di 1'ê Adarê de li ÇandAmedê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
Konservatuara Aram Tîgran ku di sala 2010'an de di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB) de hatibû avakirin, di Mijdara 2016'an de bi tayînkirina qeyûm re hat girtin. Muzîkjenên Kurd ên ku piştî girtina konservatuarê bêkar man, xebatên xwe nêzî 4 mehan li Mala Dengbêjan domandin. Muzîkjenên Kurd ji bo ku xebatên xwe bi rêve bibin, di 4'ê Adara 2017'an de Akademiya Ma Musîcê ava kirin.
Kedkarên Ma Musîcê di nava 9 salan de Koma Jinan (Jin Ma), Koma Zarokan (Zarok Ma), Orkestraya MA û Orkestraya Rîtma Xwezayî ava kirin. Di vê demê de perwerdehiya mûzîka Kurdî da bi hezaran zarok û ciwanan. Li akademiyê di gelek beşan de wek erbane, keman, piyano, kemençe, santûr, tembûr û dengbêjiyê perwerde berdewam dike. Ji ber daxwaza zêde gelek xwendekar di dorê de ne. Niha bi giştî 26 mamoste di dibistana muzîkê de bi awayekî çalak dixebitin. Ji van 22 kes piştî ku wek xwendekar dest pê kirin, niha wek mamoste berdewam dikin. Yek ji wan jî Hêlîn Kiliçarslan (25) e ku di sala 2014'an de li Konservatuara Aram Tîgran dest pê kiribû.
Hêlîn Kiliçarslan a ku ji roja avakirina akademiyê ve wek xwendekar û mamoste cih girtiye, heta niha ders daye bi sedan xwendekaran. Hêlîn Kiliçarslanê diyar kir ku wan akademî di encama rêxistinkirina komunê de ava kirine û ev tişt got: "Ji parkeyên wê heta pencereyên wê, ji boyaxê heta dekorasyonê, ji mase û kursiyan heta amûrên muzîkê, di her tiştekî de keda mezin a xwendekar û mamosteyan heye. Bi ruhê kolektîf ê mamoste û xwendekaran û bi piştgiriya malbatan me xebatekê mezin derxist holê."
DI KURSAN DE 200 KES PERWERDE DIBIN
Hêlîn Kiliçarslanê anî ziman ku akademî 4 salan didome û wiha pê de çû: "Piştî perwerdehiya 4 salan a bi Kurdî, tu li vir mezûn dibî û paşê perwerdeyê didî. Em bi zimanê xwe yê dayikê mezin dibin û bi zimanê xwe yê dayikê ve fêr dikin. Ez di 14 saliya xwe de hatim, niha 25 salî me. Di hefteyê de carekê kursa me heye. Di kursên me de 200 kes perwerde dibin. Di Akademiya Zarokan de ji 8 saliyê dest pê dike û heta 12 saliyê didome. Zarok MA jî di navbera 0-5 saliyê de perwerdeyê dibînin. Di atolyeyên me de teorî û pratîk heye."
GIHÎŞTIN 35 HEZAR ZAROKAN
Hêlîn Kiliçarslanê destnîşan kir ku bi Gerok MA’yê gihîştine 35 hezar zarokan û got: "Me bi armanca xwe gîhandina gund û taxan Gerok MA ava kir. Piştî erdhejê me ev ava kir. Li herêmên erdhejê em gihîştin zarokan. Em bi gelê wir re hatin cem hev. Bêyî wê em çûn Ewropayê jî. Di erdhej, mitîng, dawet û çalakiyan de zarok tên jibîrkirin. Em dixwazin vê yekê ji holê rakin. Zarok paşeroja me ne, em paşeroja xwe bi Kurdî re dighînin hev û bi wan re lîstikên Kurdî dilîzin, Kurdî fêrî wan dikin. Bi taybetî li herêma erdhejê hevdîtina me ya bi zarokan re pir girîng bû. Di wî mercê dijwar de me hewl da ku em bibin moral û motîvasyon."
BANGA JI BO KONSERA SALVEGERÊ YA 1’Ê ADARÊ
Hêlîn Kiliçarslanê diyar ku di perwerdekirina zarokan a bi Kurdî de piştgiriya malbatan pir xurt e û got ku ji roja avakirina akademiyê ve ev piştgirî berdewam dike. Helîn Kılıçarslan anî ziman ku ji ber salvegera avakirina akademiyê dê di 1’ê Adarê de saet di 20.00’an de li ÇandAmedê çalakiyekê li dar bixin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Bila zarok bê muzîk nemînin. Baş e ku Ma Musîc heye. Ruhê Kurdî di akademiyê de cihê xwe girtiye. Em her kesî vedixwînin ku beşdarî dersen akademiya me bin. Banga me ya din jî ji bo çalakiya me ya 1’ê Adarê ye. Wê rojê li wir mamoste û xwendekarên akademiyê dê ji we re bistrên. Werin di vê rojê de bi me re bin."
MA / Fethî Balaman