WAN - Li Wanê panela ziman hate lidarxistin û axêveran di panelê de diyar kirin ku ji bo pêşxistina ziman statu û demografî bi tena sere xwe têrî nakin divê Kurdî bibe zimanê hiqûq, sûk, çapemenî û zimanê jiyanê.
Komeleya Vekolîn û Perwerdeya Hiqûqê (DADSAZ), komîsyonên ziman ên Baroya Wanê û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) di çarçoveya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî de panelek li dar xist. Di panela ku li eywana Tahîr Elçî ya Baroya Wanê hat lidarxistin de hiqûqnas Sabîr Ebdûllahîzad moderatoriya wê kir û parêzer Ekrem Koçbaşi û akademîsyenê Rojhilatî Dr. Îbad Îbrahîm jî weke axêver cih girtin. Rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û gelek zimanhez tev li panelê bûn.
Sabîr Ebdûllahîzad axaftina destpêkê kir û dîroka ragihandina 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê vegot. Sabîr Ebdûllahîzad giringiya zimanê dayikê anî ziman û axêver da nasîn.
‘STATUYA ZIMAN JI BO PRESTÎJÊ PIR GIRÎNG E’
tatü ve demografi tek başına yetmiyor. Bunların yanında eğitim, basın dili, sivil toplum, pazar, yönetim ve yargı da bu dili kullanılmalıdır. Anadilinde eğitim her insanın hakkıdır ve bu hak verilmelidir, devlet dile saygı göstermeli, savunmalı ve ilerlemesi için sorumluluk almalıdır" dedi.
Dû re parêzer Ekrem Koçbaşi roja zimanê dayikê pîroz kir û got ku ji sedî 94 zimanên heyî ji hêla ji sedî 4’ê mirovahiyê ve tê axaftin. Ekrem Koçbaşi destnîşan kir ku li gorî texmînan ji sedî 90’ê van zimanên heyî dê heta sala 2100’an winda bibe û got: “Li gorî teoriyê zindîtiya zimanekî bi faktorên statu, demografî û piştgiriya dezgehî tê pênasekirin. Perwedehî, çapemenî, saziyên sivîl û hwd. Di zindîbûna ziman de xalên gelek girîng in. Statuya ziman ji bo prestîjê pir girîng e. Statu û demokrafî bi tena serê xwe têr nakin. Divê di her qadê de bê bikaranîn. Statu lawaz e, demografî xurt e, piştgiriya dezgehî lawaz e, derbasbûna navnifşî ber bi nemanê ve diçe. Dema mirov wisa lêdinêre li Bakur û Tirkiyeyê Kurdî di xetereyê de ye. Di warê parastina mafên zimanî de berpirsiyariya dewletê ew e ku rêz ji zimanên cuda re bigire, pêşbixe û biparêze. Tirkiye di asta rêzgirtinê de heye, lê di warê pêşxistin û parastinê de nîne û dixwaze vê pêvajoyê dirêj bike ku Kurdî ji holê rabe.”
‘LI BAŞÛR JI BO PÊŞXISTINA ZIMAN HEWLDAN NÎN E’
Herî dawî Dr. Îbad Îbrahîm ku bi rêya telekonferansê tev li panelê bû, mijara rewşa zimanê Kurdî li Başûrê Kurdistanê vegot. Îbad Îbrahîm diyar kir ku li Başûr li kêleka zimanê Erebî zimanê Kurdî jî fermî ye û got: “Ji bo pêşxistin û parastina ziman hewldanekî xurt nîn e.Tevî qanûnan ji aliyê dezgeh û fermîbûnê de zimanê Kurdî hatiye qebûlkirin, lê li ser malperên fermî yên Îraqê Kurdî nayê bikaranîn. Niha li Başûrê Kurdistanê Soranî û Kurmanciya Badinî heye û ev yek pirsgirêk e ku gelek caran gel ji hev fêm nake. Ev yek bûye sedem ku li Hewler û derdorê wê zimanê Erebî di dadgehan de bê bikaranîn. Ji aliyê dadgehî ve du pergal li Başûr hene, yek ya derdorê Silêmaniyê, yek jî li derdora Hewlêrê dimeşe. Piştevaniya qanûnî ji bo Kurdî heye, lê hemû nivis û pirtûk bi hişmendiya Erebî, Tirkî û Farisî hatiye amadekirin. Lazim e Kurdî bibe zimanê desthilatdariyê ku Kurdî pêş bikeve.”
Piştî axaftinan panel bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû.