Yenî Ozgur Polîtîka ji bo weşana nû bang li nivîskaran kir

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Yenî Ozgur Polîtîka ku dê rengê weşana xwe biguherîne, bang li nivîskar, wergervan û rexnegiran kir ku bi nivîsên xwe rojnameyê rengîntir bikin. 

 
Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê, rengê weşana xwe diguherîne. Rojaname ku dê ji nûçeyên rûtîn dûr bikeve, bang li i nivîskar, wergervan û rexnegiran kir ku bi nivîsên xwe rojnameyê rengîntir bikin. 
 
Daxuyaniya Yenî Ozgur Polîtîkayê bi vî rengî ye:
 
"Hevalên hêja, nivîskar, wergervan û hemû kesên ku bi Kurdî re eleqedar in.
 
Em wekî Edîtoriya Çand û Hunerî ya rojnameya Yenî Ozgur Polîtika bi kelecaneke mezin radigihînin ku em rengê weşana xwe diguherînin. Heta ji me tê em ji nûçeyên rûtîn dûr dikevin. Em dixwazin rûpelên çand û hunerî bi naverokên çandî, hunerî, wêjeyî, tenduristî, civakî, dîrok, ekoloji, rexneyî geş û xurttir bikin da ku xwendevanên me jî bi kêfxweşî wan bixwînin.
 
Ji bo vê nûbûnê em bang li we dikin:
 
Nivîskarên ku dixwazin gotarên taybet, kurteçîrok, helbest, gotinên rexneyî an jî nivîsên wêjeyî bişînin,
Wergervanên ku dixwazin berhemên edebî, çandî û hunerî yên ji zimanên din wergerînin Kurdî,
Rexnegirên ku dixwazin pirtûk, fîlm, pêşangeh, konser, şano û bûyerên çandî bi awayekî kûr û profesyonel binirxînin.
Em bi taybetî li nivîsên ku Kurdiya wan zindî, xweşik û dewlemend e digerin. Her nivîsek ku hûn bişînin dê alîkariya me bike ku rûpelên me hê xurttir bibin û xwendevanên me jî kêfxweş bibin.
 
Nivîs, werger û nirxandinên xwe ji kerema xwe re bişînin vê maîlê; kurdi@yeniozgurpolitika.org
 
Em ê hemû nivîsên ku bigihîjin me bi baldarî bixwînin û yên ku li gorî standardên me bin di rojnameyê de bi navê we biweşînin.
 
Em bi dilgermî li benda nivîsên we yên bi çêjn, afirîner û Kurdî-xurt in. Bi hev re em rûpeleke çandî ya ku bi rastî tê xwendin û tê hezkirin ava bikin!"
 
Bi rêzdarî û hezkirinek mezin em ji niha de dibêjin mala we ava."