Pispora Psîkiyatriyê: Zexta bedewiyê mirovan ber bi têkçûna derûnî ve dibe

Parve bike:

EDENE - Seroka Odeya Bijîşkan a Edeneyê, Pispora Psîkiyatriyê Dr. Ozden Polatoz bal kişand ser zexta giran a endustriya bedewiyê ya bi rêya medya û çanda mezaxtinê ya li ser kesan û nexasim li ser ciwanan û got: “Îdeala bedewî û ciwaniyê ne tenê mijarekî takekesî ye, pirsgirêkekî binyadî ye ku aliyên wê yên derûnî, civakî û aborî hene. Çareserî jî bi hişmendiya civakî û berpirsiyariya kolektîf pêkan e."

 
Laşê mirov nexasim ya jinê, di nava objeyên kapîtalîzmê de bûye yek ji xalên herî şênber. Bi taybetî di sedsala 21’an de, "standartên bedewiyê" yên ku li ser jinan tên ferzkirin, ji xema estetîkê wêdetir, veguherîne pirsgirêkekî tenduristî, şêwazê jiyanê û derûniyê. Pispor destnîşan dikin ku standartên bedewiyê yên ku her tim diguherin, hesta kêmasiyê di kesan de zindî dihêlin, çerxa xerckirinê xwedî dikin û ev rewş êdî ne tenê takekesî ye, veguheriye pirsgirêkekî civakî.
 
Li gorî pisporan, ev zext ne tenê bi tercîhên estetîkî sînordar e, pirsgirêkekî binyadî ye. Kes ne tenê ji bo bedewbûnê, lê ji bo ku di civakê de bêtir were dîtin, were qebûlkirin û xwe biqedir hest bike berê xwe dide normên bedewiyê. Ev rewş bi taybetî di nava ciwanan de çanda berawirdkirinê xwedî dike. Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) û Yekitiya Psîkiyatriyê ya Amerîkayê, di serdema nûgihîştinê de nerazîbûna li hemberî laşê xwe, yek ji faktorên herî mezin ên pirsgirêkên tenduristiya derûnî ye.
 
 
BANDORA MEDYAYA DIJÎTAL
 
Raporên pisporan diyar dikin ku di nava ciwanên ku wextê xwe pir di medyaya dijîtal de derbas dikin de, rîska nerazîbûna ji laş bi awayekî şênber zêde dibe. Jiyanên îdealîzekirî, hêviyên ne rastîn diafirînin. Di raporên medyaya dijîtal ên ku ji aliyê UNICEF’ê ve hatine weşandin de, tê gotin ku beşekî girîng a ciwanan xwe “kêm” hîs dikin. Li gorî pisporan, Nexweşiya Dîsmorfîk a Laş yek ji pirsgirêkên derûnî ye ku di salên dawî de bêtir tê dîtin. Ev nexweşî ku wekî pûtepêdana zêde û nerazîbûna kûr a li ser laş tê pênasekirin û ev yek bi taybetî di nava ciwanan de belav dibe.
 
NEXWEŞIYA DÎSMORFÎK A LAŞ
 
Sektorên modayê, kozmetîkê û cerrahiya estetîkê, bi rêya standartên bedewiyê yên ku her tim diguherin, mezaxtinê zindî dihêlin. Analîzên bazara kûrewî nîşan didin ku sektora ciwankariyê û lênêrînê her sal mezin dibe û ev mezinbûn bi piranî li ser ciwanan pêk tê. Lêkolîn derdixin holê ku di ciwanên ku di bin zexta bedewiyê de ne, pirsgirêkên mîna kêmdîtina rûmeta xwe, nexweşiyên xwarinê, fobiya civakî û kêşeya baweriyê bêtir tên dîtin. Li gorî lêkolînan: Nêzîkî ji sedî 70’ê ciwanan diyar dikin ku ji bejn û bala xwe ne razî ne. Ji her 3 ciwanan yek jê, ji ber standartên bedewiyê yên li ser medyaya dijîtal xwe kêm hîs dike. Di 10 salên dawî de bûyerên "Nexweşiya Dîsmorfîk a Laş" du qat zêde bûne. Zêdetirî ji sedî 40’ê kesên serî li destwerdanên estetîkê didin, temenê wan di navbera 18-30'ê de ne.
 
Seroka Odeya Bijîşkan a Edeneyê Pispora Psîkiyatriyê Dr. Ozden Polatoz, rewş nirxand.
 
STANDART Û MEZAXTINA KU DIGUHERE
 
Ozden Polatozê diyar kir ku îdeala bedewî û ciwaniyê divê wekî mijarekî şexsî neyê dîtin û ev tişt got: “Şirovekirina îdeala bedewiyê tenê bi daxwaza xuyabûna fîzîkî têrê nake. Ev diyarde; bi hewcedariyên mirovan ên wekî qebûlkirina civakî, hîskirina aîdiyetê, qezenckirina statuyê û serkeftinê ve girêdayî ye. Aliyê wê yê derûnî û civakî heye. Mirov piranî ne tenê ji bo xweşiktir bibe, lê ji bo ku di civakê de bêtir bi qîmet were dîtin berê xwe didin vê yekê. Di navenda wê de endustriya bedewiyê ya ku bi armancên mezinkirina aboriyê heye. Standartên bedewiyê ji bo teşvîqkirina mezaxtinê her tim tên guhertin."
 
HÎSA KÊMASIYÊ
 
Ozden Polatozê destnîşan kir ku geşedana teknolojiyên reklamê û belavbûna amûrên ragihandina dijîta, dîtbarî û bandora endustriya bedewiyê zêde kiriye û wiha pê de çû: “Standartên ku her tim tên nûkirin, hîsa kêmasiyê di kesan de zindî dihêlin û çerxa mezaxtinê xurt dikin. Medyaya dijîtal di vê pêvajoyê de amûrê herî bi bandor e. Fîltre, wêneyên verastkirî û pêşkêşkirina jiyanên îdealîzekirî, hêviyên ne rastîn diafirînin. Ev rewş dibe sedem ku mirov li hemberî laş û xuyabûna xwe bêtir rexnegir bin û jê ne razî bin. Bi taybetî serdema nûgihîştinê, qonaxa herî hestiyar a pêşketina nasnameyê ye. Di vê demê de rûbirûmana li bin zexta giran a bedewiyê, dibe sedema zêdebûna pirsgirêkên derûnî yên mîna kêmdîtina rûmeta xwe, xeyidîna ji laş û fobiya civakî. Hestên wekî bidestxistina statuyê û cuda xuyabûnê di civakê de tên teşwîqkirin, ev jî li ser kesan zextekî giran a ahengdariya civakî ava dike. Dema mirov bi hev re dikevin têkiliyê, xuyabûna kesên din bandorê li ser nêrîna wan a li hemberî laşê wan dike û hîsa kêmasiyê belav dibe.”
 
‘ALIYEKÎ WÊ YÊ POLÎTÎK HEYE’
 
Ozden Polatozê diyar kir ku hinek rewşên derûnî yên ku berê kêm dihatin dîtin, di salên dawî de bi awayekî şênber zêde bûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev diyarde tenê bi tercîhên şexsî nayê ravekirin, di heman demê de aliyekî wê yê aborî û polîtîk jî heye. Guherîna domdar a standartên bedewiyê, bazarkirina hilberînên nû ferz dike û mekanîzmayekî wiha ava dike ku sektorê mezin dike."
 
ÇARESERÎ PERWERDE YE
 
Ozden Polatozê anî ziman ku yek ji gavên herî girîng ên çareseriyê, belavkirina xwînêriya medyaya dîjîtal û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Ji bo ku ciwan karibin bi çavekî rexnegir medyaya dijîtal binirxînin, divê girîngî bidin perwerdeyê. Di vê çarçoveyê de berpirsiyariyên mezin dikevin ser milê malbatan jî. Divê dê û bav pêşî bi xwe di mijara medyaya dijîtal de xwedî hişmendî bin, paşê bi zarokên xwe re rêgezên bikaranînê diyar bikin. Sînordarkirina dema bikaranîna medyaya dijîtal a rojane û zêdekirina têkiliyên civakî yên rûbirû, dikare di kêmkirina vê zextê de bibe alîkar. Di encamê de, îdeala bedewî û ciwaniyê ne tenê mijarekî takekesî ye, pirsgirêkekî binyadî ye ku aliyên wê yên derûnî, civakî û aborî hene. Çareserî jî bi hişmendiya civakî û berpirsiyariya kolektîf pêkan e. Ji ber vê yekê, çareserî jî ji hewldanên şexsî bêtir, hişmendiya civakî û berpirsiyariya kolektîf pêwîst dike."
 
MA / Hamdullah Yagiz Kesen
 
 
Nûçeyên Têkildar
Zeynep Konar hat definkirin
Zeynep Konar hat definkirin

Zeynep Konar, dayika Omer Hayri Konar ku li Girtîgeha Îmraliyê girtî ye, bi merasîmekê hat veşartin.

Bû 10 roj avê nadin du navçeyên Mêrdînê
Bû 10 roj avê nadin du navçeyên Mêrdînê

Ji ber teqîna di Xeta Ava Vexwarinê de pêk hatî, bû 10 roj ji navçeyên Qoser û Artukluyê re av nayê dayin.

Şaredariyên Amedê ketin nava tevgerê: Kargehên di parkan de dê bêne veguherandin <font color=#ff0000> DOSYA </font>
Şaredariyên Amedê ketin nava tevgerê: Kargehên di parkan de dê bêne veguherandin DOSYA

Li Amedê piraniya kargehên di parkan de an wekî qehwexaneyên okeyê têne bikaranîn an jî xizmetên li dijî peymanê didin. Şaredarî ketin tevgerê da ku kargehên ku qeyûman bê îhale pêşkêşî kesan kirine, veguherînin tesîsên civakî.

ÎHH’ê avahiya dîrokî kire kafe!
ÎHH’ê avahiya dîrokî kire kafe!

Avahiya dîrokî ya di quntara Keleha Wanê de ku ji aliyê Mîmar Sînar ve hatiye çêkirin, Walitiyê da ÎHH’ê. ÎHH’ê avahiya dîrokî û olî kire kafe.

Li Mexmûrê hevşaredarên nû hatin hilbijartin
Li Mexmûrê hevşaredarên nû hatin hilbijartin

Di hilbijartinên li Wargeha MexmûrÊ de Xurbet Îşlek û Cuêa Fatma Bilehî bûn hevserokên bû.