TEV-ÇAND'ê ji bo Huseynî peyama sersaxiyê weşand: Ew evîndarê welatê xwe bû

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - TEV-ÇAND’ê ji bo wefata helbetvan Ehmed Huseynî peyama sersaxiyê weşand û di peyamê de got: “Ew hevalê huner û çandê bû. Ew piştgirê tekoşîn û berxwedanê bû. Ew evîndarê welatê xwe bû.”

 
Tevgera Çand û Hunerê ya Ewropa (TEV-ÇAND) bi daxuyaniyeke nivîskî helbestvan Ehmed Huseynî bi bîr anî ku 10’ê Adarê li Swîsreyê jiyana xwe ji dest da.
 
Daxuyanî bi vî rengî ye:
 
“Bi xemgîniyeke mezin me nûçeya koça dawî ya rewşenbîr û Helbestvanê mezin Ehmed Huseynî bihîst. Huseynî ku weke serkêşê kerwanê helbesta nûjen a serbest dihate naskirin, weke pira di navbera nivşên nû û yên kevin de jî roleke mezin lîst. Bi şêwazê xwe yê taybet, ne tenê hevok, peyv jî diafirandin, lewma weke Şêxê peyvê jî dihate naskirin. Hest û peyv bi şêweyekî felsefîk dihûnand û pêşkêşî xwendevanan dikir. Bi serkeftina şoreşa Rojava re wî xeyal û baweriya xwe ku , digot, ‘Hezkirina axê, li ser singa wê temam dibe’ pêk anî û vegeriya Rojava. Li gel gelek karên wêjeyî û çalakiyên rewşenbîrî yên welatparêzî, ew yek ji serkêş û damezrênerên Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê bû. Bi vegera xwe ya Rojava re, rê ji Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) re vekir ku navenda xwe vegerîne Rojava. Ehmed Huseynî ji peyvan wêdetir ji axa welat hez dikir.
Lewma wî biryara vegera xwe dabû. Bi kesayetiya xwe ya dilnizm, bi hevaltiya xwe ya germ,bi rewşenbîriya xwe ya pijyayî û têr, dikarîbû bi her nivşî re hevaltiyê bike û cihê xwe di dilê her kesî de çêke. Ev du sal bûn ku bi nexweşiyê re şer dikir, lê mixabin ku hêza wî ewqas têra berxwedanê kir. Em weke Tevgera Çand û Hunera Demokratîk, xwe deyndarê hezkirina Ehmed Huseynî ya ji welat û azadiyê re dibînin.
 
Ew hevalê huner û çandê bû.
 
Ew piştgirê tekoşîn û berxwedanê bû.
 
Ew evîndarê welatê xwe bû.
 
Serê gelê me û hezkiriyên wî sax be.”
 
Nûçeyên Têkildar
Agirê Jiyan dê strana xwe ya nû ‘Newroz’ê cara yekem li Amedê bistrê
Agirê Jiyan dê strana xwe ya nû ‘Newroz’ê cara yekem li Amedê bistrê

Endamên koma Agirê Jiyan ên ku xwe bi ruhê salên 92’yan ji bo Newroza Amedê bistrên amade dikin, destnîşan kirin ku divê zimanê aştî û diyalogê derkevin pêş û gotin: “Dengê aştiyê bilind dibe.”

Li dijî bişaftinê bi rapa Kurdî zimanê xwe diparêze
Li dijî bişaftinê bi rapa Kurdî zimanê xwe diparêze

Hunermendê rapê yê Kurd Barody bi rêya muzîka rapê hewl dide çanda Kurdî û zimanê Kurdî zindî bihêle. Barody ku ciwanan li dijî asîmîlasyonê hişyar kir, muzîka rapê wekî amûrek ji bo rexneya civakî û xurtkirina nirxên çandî bi kar tîne.

Tecrûbeyên rojnamegerên Kurd kir pirtûk
Tecrûbeyên rojnamegerên Kurd kir pirtûk

Rojnamegera îranî Zahra Kamalî teza xwe ya doktorayê li ser tecrûbeyên rojnamegerên Kurd ên li Kurdistan û dîasporayê dijîn amade kir û bi navê “Xebateke Etnografîk a Têkildarî Jiyana Rojane ya Rojnamegerên Kurd û Tecrubeyên Wan ên Pîşeyî” nivîsand.

Dê Kirmanckî nemîne: Ev pêvajo ji bo zimanê me meseleya man û nemanê ye
Dê Kirmanckî nemîne: Ev pêvajo ji bo zimanê me meseleya man û nemanê ye

Hevserokê Komeleya Nivîskarên Kurd Hacî Ozkal, îşaret bi girîngiya axaftina zimanekî ji bo zindîmana wî kir û diyar kir ku Kirmanckî di nav 20 salan de bi xetereya tunebûnê re rû bi rû ye û got: "Ev pêvajo ji bo zimanê me meseleya man û nemanê ye."

Li Amedê ji bo helbestvan Ehmed Huseynî dê şîn bê danîn
Li Amedê ji bo helbestvan Ehmed Huseynî dê şîn bê danîn

Komeleya Wêjekarên Kurd daxuyand ku dê li Amedê ji bo helbestvaê Kurd Ehmed Huseynî şînê deyne.