Kovara xêzeromanê ya bi Kurdî ‘Bajar’ dest bi weşanê kir

Parve bike:

AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya pêşxistina zimanê Kurdî de kovara xêzeromanê “Bajar” bi awayekî dijîtal weşand. 

Serokatiya Daîreya Çand û Hunerê û Karên Civakî, di çarçoveya xebatên parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî de, berhemeke nû li weşanên xwe zêde kir. Hejmara yekem a kovara “Bajar” ji bo xwendevanan hat vekirin û dê her meh bi rêkûpêk weşana xwe bidomîne.
 
Ev xebata ku armanc dike hilberîna çandî û zimanî xurt bike, ji bo xwendevanên mîzahê naverokeke dewlemend pêşkêş dike. Di amadekirina kovarê de, xêzkarê navdar Dogan Guzel ku bi karakterê "Qirik" di bîra gel de cih girtiye, pêşengî kir. Her wiha karîkaturîstê nas Îmam Cîcî jî bi xêzên xwe piştgirî da kovarê.
 
DÊ BI DU ZARAVAYAN WEŞANÊ BIKE      
 
Kovar bi armanca teşwîqkirina hilberîna di zaravayên cuda de, bi Kurmancî û Zazakî tê weşandin. Bi vî awayî tê xwestin ku qada bikaranîna Kurdî firehtir bibe û çanda xwendinê ya bi zaravayên cuda pêş bikeve. Hejmara yekem a kovarê ku ji 16 rûpelan pêk tê, tenê ji bo vê carê bi zaravayê Soranî jî hat amadekirin. Bi vî awayî hat armanckirin ku xwendevanên ku bi zaravayên cuda diaxivin jî bigihîjin kovarê.
 
Welatiyên ku dixwazin kovara Bajar bixwînin, dikarin di ser navnîşana bajar.tr re xwe bigihînin her du hejmaran û naveroka kovarê.     
 
Nûçeyên Têkildar
Agirê Jiyan dê strana xwe ya nû ‘Newroz’ê cara yekem li Amedê bistrê
Agirê Jiyan dê strana xwe ya nû ‘Newroz’ê cara yekem li Amedê bistrê

Endamên koma Agirê Jiyan ên ku xwe bi ruhê salên 92’yan ji bo Newroza Amedê bistrên amade dikin, destnîşan kirin ku divê zimanê aştî û diyalogê derkevin pêş û gotin: “Dengê aştiyê bilind dibe.”

Li dijî bişaftinê bi rapa Kurdî zimanê xwe diparêze
Li dijî bişaftinê bi rapa Kurdî zimanê xwe diparêze

Hunermendê rapê yê Kurd Barody bi rêya muzîka rapê hewl dide çanda Kurdî û zimanê Kurdî zindî bihêle. Barody ku ciwanan li dijî asîmîlasyonê hişyar kir, muzîka rapê wekî amûrek ji bo rexneya civakî û xurtkirina nirxên çandî bi kar tîne.

Tecrûbeyên rojnamegerên Kurd kir pirtûk
Tecrûbeyên rojnamegerên Kurd kir pirtûk

Rojnamegera îranî Zahra Kamalî teza xwe ya doktorayê li ser tecrûbeyên rojnamegerên Kurd ên li Kurdistan û dîasporayê dijîn amade kir û bi navê “Xebateke Etnografîk a Têkildarî Jiyana Rojane ya Rojnamegerên Kurd û Tecrubeyên Wan ên Pîşeyî” nivîsand.

Dê Kirmanckî nemîne: Ev pêvajo ji bo zimanê me meseleya man û nemanê ye
Dê Kirmanckî nemîne: Ev pêvajo ji bo zimanê me meseleya man û nemanê ye

Hevserokê Komeleya Nivîskarên Kurd Hacî Ozkal, îşaret bi girîngiya axaftina zimanekî ji bo zindîmana wî kir û diyar kir ku Kirmanckî di nav 20 salan de bi xetereya tunebûnê re rû bi rû ye û got: "Ev pêvajo ji bo zimanê me meseleya man û nemanê ye."

Li Amedê ji bo helbestvan Ehmed Huseynî dê şîn bê danîn
Li Amedê ji bo helbestvan Ehmed Huseynî dê şîn bê danîn

Komeleya Wêjekarên Kurd daxuyand ku dê li Amedê ji bo helbestvaê Kurd Ehmed Huseynî şînê deyne.