AMED - Komeleya Wêjekarên Kurd daxuyand ku dê li Amedê ji bo helbestvaê Kurd Ehmed Huseynî şînê deyne.
Komeleya Wêjekarên Kurd daxuyand ku dê ji bo helbestvanê Kurd Ehmed Huseynî yê ku duh jiyana xwe ji dest da, 2 rojan li Amedê şînê deyne. Li komeleyê têkildarî şîna ku dê 12-13’yê Adarê de bê dayîn, bi beşdariya nivîskar, helbestvan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinê civakî daxuyanî hate dayîn. Omer Fîdan di daxuyaniyê de axivî û got: “Huseynî pêşengê Kurdî bû, ev yek me pir xemgîn kir. Em ê li ser rêya wî bimeşin. Ji zaroktiya xwe heta roja dawî jiyana xwe ji bo Kurdî têkoşînekî mezin da. Em ê xwedî li derkevin. Biçûya ku ew der dikir Kurdistan û pêşengiya Kurdî dikir. Bû damezînerê gelek saziyan. Em sibê û dusibê ji bo bibîranîna wî li vir şînê deynin. Em li benda hemû dostan in.”
JI BO GELÊ KURD WINDAHIYEK MEZIN E
Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd Herdem Merwanî diyar kir ku têkoşîna Huseynî ji bo gelê Kurd pir girîng bû û wiha axivî: “Mirina wî em gelek xemgÎn kir. Em ê xwedî li têkoşîna wî derkevin. Em ê li vir 2 rojan ji bo bibîranîna wî şînê deynin. Ew dengê gel û wêjeya Kurdî bû. Ji bo gelê Kurd windahiyek mezin e. Bila serê gelê Kurd sax be.”
Şîna Huseynî dê di 12-13’yê Adarê de li komeleyê bê danîn.
EHMED HUSEYNÎ KÎ YE?
Ehmed Huseynî: Ev demek bû tedawiya penceşêrê dibû û li Swîsreyê jiyana xwe ji det da. Di sala 1955’an de li bajarê Amûdê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji dayik bû û li vir dibistana seretayî xwend. Huseynî ji bo perwerdehiya zanîngehê çû Şamê û beşa felsefeyê xwend. Lêbelê rejîmê destûr neda ku ew dîplomeya xwe bikar bîne. Ehmed Huseynî di sala 1989'an de neçar ma ku koçî Swîsreyê bike. Di tevahiya jiyana xwe de, ew bi helbest û wêjeyê re mijûl bû û gelek bername çêkirin, bi taybetî ji bo ROJ TV'yê.