DFG: Di her qadê de zext li rojnamegeran tên kirin

Parve bike:

AMED - DFG’ê di rapora xwe ya meha Nîsanê de diyar kir ku li her qadê zext ser rojnamegeran hene û dane parve kir. 

 
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), rapora binpêkirina mafên rojnamegeran a meha Nîsanê aşkera kir. DFG’ê, diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li dijî rojnamegeran bi awayekî piralî û sîstematîk berdewam dikin. Her wiha da zanîn ku zextên li ser mafê jiyanê, ewlehî, azadiya îfadeyê û xebatên pîşeyî yên rojnamegeran di vê mehê de jî berdewam kirine. 
 
DFG’ê, di raporê de ji aliyê binpêkirinên li dijî mafê jiyanê û ewlehiyê jî diyar kir ku 2 organên weşanê bi êriş an jî astengiyan re rû bi rû mane, bi ser mala 3 rojnamegeran de hate girtin, 3 rojnameger hatin binçavkirin û rojnamegerek hate girtin.
 
ROJNAMEGEREK HATE GIRTIN 
 
Bi domdarî di rapora DFG’ê de wiha hate gotin: “Di çarçoveya lêpirsîna ku bi hinceta der barê bûyereke li dibistaneke Sêwreg a Rihayê de ‘agahiyên xapînok’ li ser medyaya dijîtal parvekirine, rojnameger Mehmet Yetîm hate girtin. Girtina Mehmet Yetîm, nîşan dide ku ‘Qanûna Dezenformasyonê’ ji bo rojnamegeran xetereyeke çiqas mezin e. Her wiha, miameleya xerab li rojnamegerekî hate kirin, gef li rojnamegerekî hate xwarin û şopandina nûçeyan a 2 rojnamegeran hate astengkirin. Di girtîgehan de herî kêm binpêkirina mafê rojnamegerekî hatiye tespîtkirin. Ev dane nîşan didin ku rojnameger ne tenê di qadên cemaweriyê de, di qadên jiyana xwe ya taybet de jî di bin zextê de ne.
 
31 ROJNAMEGER GIRTÎ NE
 
Di meha Gulanê de, der barê 9 rojnamegeran de lêpirsîn hate destpêkirin, der barê 4 rojnamegeran de doz hate vekirin. Li 10 rojnamegeran bi giştî 17 sal 8 meh û 28 roj cezayê girtîgehê hate birîn. Her wiha di 35 dosyeyan de darizandina 35 dosyeyan berdewam dike. Heta 3’yê Gulana 2026’an hejmara rojnamegerên girtî yên li Tirkiyeyê 31 e. Ev tablo nîşan dide ku xebatên rojnamegeriyê di bin zexta darazê de tên domandin û pratîka cezakirinê çiqas zêde bûye. Di qada mafên aborî û civakî de di meha Gulanê de bûyereke ji kar derxistinê nehatiye qeydkirin. Lê belê ev rewş nayê wê wateyê ku pirsgirêkên binyadî û bêewlehiya di sektorê de ji holê rabûne.
 
SANSÛR BI AWAYEKÎ BERFIREH DIDOME 
 
Pêkanînên astengkirin û sansurê yên li ser sazî û organên medyayê berdewam kirin. Ji aliyê RTUK’ê ve der barê 13 weşanan de ceza hatin birîn, bernameyek hate rawestandin û bi rêjeyên cuda cezayên pereyan li kanalan hatin birîn. Ev cezakirin nîşan didin ku di qada weşanê de jî zexta îdarî didome. Di qada înternet û medyaya dijîtal de xwe gihandina 29 nûçeyan û 18 naverokên medyaya civakî hate astengkirin. Her çend malpereke înternetê bi temamî nehatibe girtin jî, tê fêmkirin ku sansura li ser bingeha naverokê bi awayekî berfireh berdewam dike.
 
DENGÊ HEQÎQETÊ NAYÊ BIRÎN 
 
Bi giştî, daneyên Gulana 2026’an radixin ber çavan ku rojnameger di warê ewlehiya fizîkî û xebatên pîşeyî de di bin rîskên mezin de ne. 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê, li dijî zext, darizandin, girtin û binpêkirinên mafê jiyanê yên li ser rojnamegerên ku têkoşîna heqîqetê dimeşînin, bangeke bîranîn û berxwedanê ye. Azadiya çapemeniyê ji bo rojnamegeran ne tenê mafekî pîşeyî ye, di heman demê de beşeke bingehîn a têkoşîna gel a ji bo gihiştina heqîqetê ye. Ji ber vê yekê 3’yê Gulanê; wekî roja rojnamegerên ku bedel dane, hatine xwestin werin bêdengkirin lê dev ji nivîsandina heqîqetê bernedane, bi wate ye. Çapemeniya azad bingeha civaka demokratîk e. Dengê heqîqetê nikare were bêdengkirin.”     
 
Nûçeyên Têkildar
Rêxistinên çapemeniyê: Parastina mafê agahîgirtinê yê gel sûc nîne
Rêxistinên çapemeniyê: Parastina mafê agahîgirtinê yê gel sûc nîne

Rojnamegeran, diyar kir ku rojnamegerî sûc nîne û berpirsyartiyeke civakî ye. Her wiha banga berdana rojnamegerên girtî kirin.

Rojnameger Volkan Eryîgît li ser gora xwe hat bibîranîn
Rojnameger Volkan Eryîgît li ser gora xwe hat bibîranîn

Rojnameger Volkan Eryîgît, di sala 22’yan a wefata xwe de, li ser gora xwe ji hêla malbat û hempîşeyên xwe ve hate bibîranîn.

Azadiya Welat vê hefteyê bi manşeta ‘Newroza yekitiyê’ derket
Azadiya Welat vê hefteyê bi manşeta ‘Newroza yekitiyê’ derket

Hejmara 10’emîn a Rojnameya Azadiya Welat bi manşeta “Newroza yekitiyê” derket pêşberî xwînerên xwe.

DFG’ê Nazim Babaoglû bi bîr anî
DFG’ê Nazim Babaoglû bi bîr anî

DFG’ê, nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê Nazim Babaoglû ku ji bo nûçeyê çû Sêweregê û ji wê rojê ve tu agahî jê nehatin girtin, bi bîr anî.

Serlêdanên ji bo Atolyeya Medyaya Dijîtal dest pê kir
Serlêdanên ji bo Atolyeya Medyaya Dijîtal dest pê kir

Serlêdanên ji bo Atolyeya Medyaya Dijîtal ku ji hêla Konseya Bajar a Amedê û DFG’ê ve tê lidarxistin, dest pê kir.