‘Em Kurdî li hemû qadên jiyanê berbelav bikin'

Parve bike:

SÊRT - Mehmet Saît Toprak ku bi zimanê Kurdî perwerdehiyê dide, diyar kir ku bi kîjan zimanê perwerde neyê dîtin ew ziman dê paş de biçe û got ku ji ber vê divê Kurdî li hemû qadên jiyanê bê berbelavkirin. 

 
Pîrozbahiyên 15'ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê dest pê kirin. Li Sêrtê ku yek ji bajarên ku amadekariyên wê berdewam in, Platforma Ked û Demokrasiyê û Komeleya Lêkolînên Ziman û Çanda Botanê (BOTAN-DER) dê daxuyaniyekê, şevbuhêrka dengbêjiyê, pêşandaneke şanoyê ya zarokan û gelek çalakiyên din li dar bixin.
 
 
Ji BOTAN-DER'ê Mehmet Saît Toprak ku dersên Kurdî dide, diyar kir ku komeleya ku di sala 2022'yan de hatiye damezrandin, dest bi dayîna dersên zimanê Kurdî bi şêweya atolyeyê kiriye. Toprak bilêv kir ku bi sedan xwendekaran di encama van dersan de ku armanca wan belavkirin û hînkirina zimanê Kurdî ye, perwerdehiya xwe temam kirine û belgeyên xwe wergirtine.
 
'KURDÎ BI ASÎMLASYONÊ RE RÛ BI RÛ YE'
 
Toprak diyar kir ku sertîfîkayên ku di encama perwerdehiya bi zimanê Kurdî de têne dayîn, cihê serbilindiyê ne û got: "Wekî ku tê zanîn, zimanê me zimanekî ku bi polîtîkayên asîmîlasyonê re rû bi rû maye ye. Ev rastiyeke sedsalane ye li Tirkiyeyê. Bê guman, zimanên ku bi wn perwerde nayê dayîn mixabin qels dibin. Zimanê Kurdî yek ji wan zimanan e ku pş ve diçe. Ji ber ku ew ne zimanekî perwerdehiyê ye. Dema ku me ev pirsgirêk dît, me biryar da ku em rola xwe bilîzin. Ji ber vê yekê, me hewl da ku hişmendiya civakê bilind bikin. Em hewl didin ku zimanê Kurdî li her aliyê jiyanê belav bikin."
 
Toprak diyar kir ku komeleya wan dê serlêdanên ji bo qursên havînê qebûl bike û got: "Em li bendê ne ku bi sedan serlêdan werin kirin. Ew pêşeroja civaka me ne. Ji ber vê yekê, divê em di temenê biçûk de hişmendiya zarokan bilind bikin, zimanê Kurdî di ruhê wan de biçînin da ku ew bizanin ku zimanekî bi navê Kurdî heye û perwerde bi wê tê dayîn."
 
Toprak destnîşan kir ku ji bo belavkirin û pêşxistina Kurdî berpirsayî dikeve ser milê her kesî ji bo vê bang her kesî kir ku di vî warî de bi berprisiyarî tevbigerin. 
 
MA / Ozan Bayindir