ŞIRNEX - Mihyedîn Duymak ku 70 lîstikên cuda yên ku ji hêla zarokên Botanê ve tên lîstin berhev kiriye û xwestiye di cilda duyemîn a xebata xwe ya bi navê "Lehîstokên Herêma Botanê" de bicîh bike, ji ber tengasiyên aborî nikare vê yekê bike.
Lîstikên zarokan ku heta çend sal berê li her kolaneke li Kurdistanê dihatin lîstin, hêdî hêdî winda dibin. Lîstikên stratejîk ên kevneşopî yên ku li kolanan dihatin lîstin, bi pêşketina teknolojiyê re bi tiştên ku jê re E-Games (Portalên Lîstikê) tê gotin, tên guhertin. Ev portal ku di zarokan de tiryakbûna ekranê, takekesîtî û azweriyê zêde dikin, dibin sedema ku lîstikên zarokan ên kevneşopî bi tunebûnê re rû bi rû bimînin.
Rêveberê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Mihyedin Duymak ku bi salan e li Botanê kolan bi kolan digere, lîstikên zarokan ên ku wî wêneyên wan kişandine di pirtûkeke bi navê "Lehîstokên Herêma Botanê" de berhev kiriye. Dûymak ji bo cilda duyemîn a pirtûkê çap bike, li benda alîkariy aborî ye.
Duymak, li ser girîngiya lîstikên çandî axivî û xebata xwe şîrove kir.
Duymak diyar kir ku wî ev lêkolîn bi şopandina lîstikên ku wî di zarokatiya xwe de lîstiye daye detspêkirin û got: "Min ev lêkolîn li ser lîstikên ku dema em zarok bûn me dilîst da destpêkirin. Min ev rê da ku bi rêya lêkolînê pêşî li windabûna van lîstikan bigirim. Niha zarokên me bi ekranan ve girêdayî ne. Mejiyê zarokan ji hêla ekranan ve tê şûştin. Li ser vê yekê, me li ser lîstikên ku me di zarokatiya xwe de dilîst lêkolîn kir û wêneyên wan kişandin."
LÎSTIK Û ZIMAN
Duymak diyar kir ku çapa yekem a berhema bi navê "Lehîstokên Herêma Botanê" ne temam bûye û ew dixwaze van kêmasiyan di çapa duyem de çareser bike. Wî destnîşan kir ku çapa nû agahdariya li ser 70 lîstikên zarokan dihewîne. Duymak destnişan kir ku lîstik mekanîzmayeke kontrolê ye ji bo zarokan e û got: "Di lîstikan de stratejî hene. Dı lîstikên me de ev hene. Zarok dikarin bi lîstikên tîmê asoyên xwe berfireh bikin. Lîstik ne tenê ji bo derbaskirina demê ne. Ew di heman demê de amûrên hêja ne ji bo ku zarok zimanê xwe fêr bibin. Divê her kes bihêle ku zarokên wan lîstikên çandî bilîzin. Divê ew lîstikên xweşik li kolanan, mîna rojên berê, zindî bimînin."
'DIVÊ KURD XWEDÎ LI LÎSTIKÊN XWE DERKEVIN'
Duymak bal kişand ser rola girîng a lîstikan di derûniya zarokan de û got: "Di navbera pêşveçûna zarokên ku bêyî lîstikên bi zimanê dayikê mezin dibin û yên ku dikin de ferqeke mezin heye. Zarokên ku li ber ekranên dîjîtal lîstikan dilîzin mezin dibin, ji civakê dûr dikevin. Ji ber vê yekê, divê lîstikên kevn yek bi yek werin ronîkirin û pêşî li windabûna wan were girtin. Divê Kurd lîstikên xwe biparêzin. Wekî Komeleya Ziman û Çanda Birca Belek, me ev xebat dest pê kiriye û divê her kes piştgiriyê bide wê. Min van lîstikan dema ku ez zarok bûm dilîst û ew hîn jî di hişê min de ne. Çapa duyemîn amade ye, lê pêdivî bi piştgiriya aborî heye. Ger em piştgiriya darayî bibînin, em ê çapa duyemîn çap bikin, lê heke na, em ê hinekî din bisekinin. 19 sal in ez li ser lîstikên zarokan, dengbêjan, çîrokan û qesîdeyan lêkolînan dikim. Me berhemên bi kalîte çêkirine ku dê ji bo pêşerojê wekî arşîvekê xizmet bikin. Pêdivî ye ku xwedî li van berheman bê derketin."
MA / Emrûllah Acar