Gola Wanê di dorpêçê de ye

Parve bike:

WAN - Ji ber zêdebûna tesîsên leşkerî û cemaweriyê yên li dora Gola Wanê, qeraxên Golê tên asêkirin û ev yek gefeke mezin li ekosîstema golê dixwe. 

 
Gola Wanê ku li Tirkiye û Kurdistanê gola herî mezin e, bi sala ye bi aşkerayî tê tunekirin. Li gel qirêjî, hişkesalî û îmara li dora golê, her wiha bi zêdebûna tesîsên leşkerî û saziyên cemaweriyê re Gola Wanê ji gel tê qutkirin û hilweşîna ekolojîk jî kûrtir dike. 
 
Qeraxa golê, bi têlên dirêhî tê dorpêçkirin û bi hinceta “ewlehiyê” gelek qad vediguherin qadên qedexe. Ji Artemêtanê heta Westanê, ji Erdîşê heta Tetwanê gelek tesîsên leşkerî û cemaweriyê li deverên nêzî qerexa golê tên çêkirin. Beşeke girîng a van tesîsan, tevî Qanûna Qeraxê jî ji welatiyan re tên qedexekirin. 
 
Li ser şirîdên qeraxê noqteyên ewlehiyê, bariyer û lewhayên “têketina wan qedexe ye” hatine bicihkirin. Qeraxên li derveyî saziyên dewletê dimînin jî di bin kontrola sektorên taybet de ne û li gelek cihan pere tên xwestin. 
 
QERAX NE YÊN DEWLETÊ YÊN GEL IN 
 
Li gorî Destûra Bingehîn, her çend qerax di bin teserûfa dewletê de be jî, divê her kes bikare bi awayekî wekhev û serbest bi kar bîne. Lêbelê tê dîtin ku ev rêgez li dora Gola Wanê bi awayekî sîstematîk tê binpêkirin. Qadên qedexe yên bi destê avahiyên saziyên cemaweriyê û leşkeriyê tên avakirin, gol ji rewşa cemawertiyê derxistiye û veguherandiye milkê hin saziyan. Welatî, dibêjin ku bi taybet jî di demsala havînê de nikarin xwe bigihînin golê û dibêjin ku qerax gav bi gav tê xespkirin. 
 
LI SER CUREYÊN ZINDIYAN XETERE HEYE 
 
Di golê de bi sedan cureyên zindiyan hene û bi qasî tê zanîn di golê de 103 cureyên fîtoplanktonê, 36 cureyên zooplanktonê û du cureyên masiyan hene. Ji ber avahiyên li qeraxa golê hatine çêkirin, liv û tevgera mrovan, deng, beravêtî û qirêjiya ronahiyê, gefeke mezin li ser qadên jiyanê yên van zindiyan çêdibe. 
 
Zexta tesîsên leşkerî û cemaweriyê çêdike ne tenê bi betonê bisînor e, her wiha qadên jiyanê yên masiyan jî parçe dibin. Raporên pergalên dawerînê, rêvebirina beravêtiyan û raporên bandora hawirdorî bi raya giştî re nayên parvekirin û ev jî rê li ber rexneyan vedike. 
 
VENÊRIN BI MERTALÊ ‘EWLEHIYÊ’ TÊ ASTENGKIRIN 
 
Hincetên leşkerî û ewlehiyê, weke hinceta herî mezin a avadaniya li dora Gola Wanê derdikeve pêş. Lêbelê hiqûqnas dibêjin ku nabe ku bi hinceta ewlehiyê hiqûqa hawirdorê were binpêkirin. Dibêjin ku qadên leşkerî jî di nav de, hemû tesîsên cemaweriyê mecbûr in li gorî mewzûata hawirdorê, qanûna qeraxê û peymanên navneteweyî tevbigerin. Tevî vê jî nayê zanîn ka li dora Gola Wanê çend tesîsên leşkerî û cemaweriyê hene û bandora van avahiyan a li ser golê û belgeyên destûrê nayên zanîn. 
 
Rêxistinên hawirdorê û înîsiyatîfên herêmî, dixwazin ku têkildarî hemû tesîsên leşkerî û cemaweriyê yên li tejaneya Gola Wanê, envantereke ku aşkera, dikare venêrîna wê were kirin û bi raya giştî re bê parvekirin. Her wiha tê xwestin ku divê pêşî li avakirina tesîsên nû were girtin û venêrîneke hawirdorî ya serbixwe bê kirin. Tê gotin ku nexwe dê gol ne tenê ji ber qirêjiyê lê ji ber qadên girtî yên bi destê dewletê tên avakirin û texrîbata ekolojîk tune bibe. 
 
TESÎSÊN LEŞKERÎ Û CEMAWERIYÊ YÊN LI QERAXÊ GOLÊ 
 
Çendek tesîsên leşkerî û cemaweriyê yên li qeraxa Gola Wanê wiha ne; Fermandariya Komê ya Gola Wanê ya ewlehiya Qeraxê ya li Artemêtanê, Tesîsên Civakî yên Artemêtanê ya girêdayî Fermandariya Cendirmeyan a Wanê, xetên qeraxê yên Yekîneyên Siwar ên Cendirmeyan û DSÎ’yê, rêbejê û tesîsên civakî û bêhnvedanê yên saziyên girêdayî walîtiyê hene. 
 
Li Westanê tesîsa Perwerde û Bêhnvedanê ya Gevaşê ya girêdayî Karûbarên Avê ya Dewletê (DSÎ), li Erdîşê Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê û qadên yekîneyên girêdayî wê li cihên nêzî qeraxa golê ne. 
 
Li navçeya Tûşbayê jî li Lengergeha Wan TCDD’ê û qada xebitandina ferîbotan, her wiha tesîsên saziyên cemaweriyê yên cuda yên girêdayî xeta golê, Tesîsa Kampa Diyanetê, Tesîsa Înfazkirina Cezayê û Girtîgehê û kampa Midûriyeta Perwerdeyê li wir in. 
 
Li Tetwanê jî Lengergeha Tetwanê ya TCDD’ê, qada xebitandina ferîbotan û saziyên cemaweriyê li qeraxê golê cih digirin. 
 
MA / Zeynep Durgut