Lengergeha li cihê hêlinên çûkan hatiye çêkirin bandoreke neyînî li populasyona çûkan dike

Parve bike:

WAN - Lengergeha li qeraxê Gola Wanê li herêma hêlînên çûkan hatiye çêkirin, bandoreke neyînî li ser populasyona çûkan dike. Ji ber çêkirina lengergehê hêlînên çûkan texrîb bûn û tê gotin ku vê jî kir ku populasyona çûkan kêm bibe. 

 
Sînan Aslan ê weke qeyûm li Şaredariya Artemêtê ya Wanê hatibû tayînkirin, di sala 2021’ê de li Taxa Buzhaneyê li qeraxê Gola Wanê lengergehek çêkir. Lengergeh, di nava qamirgehê li herêma hêlînên çûkan hate çêkirin. Ev lengergehe, bandoreke neyînî li ser zêdebûn û populasyona çûkên koçber ên her sal tên herêmê dike. Lengergeha ku li ser erdekî biqasî 116 hezar donimên qamirgehê hate çêkirin, di sala 2023’yan de hate temamkirin. Biqasî kîlometreyekê dirêj e û firehiya wê jî 5 metre ye. Bi çêkirina lengergehê re qamirgeha li dora hêlînên çûkan jî tune bû. Vê jî bandoreke neyînî li ser zêdebûna çûkan û populasyona li herêmê kir. 
 
Gola Wanê û derdora wê, yek ji cihên herî biav ên herêmê tên zanîn û malovaniya nêzî 250 cureyên çûkan dike. Piraniya van cureyên çûkan, di demsalên koçê de tên qeraxa golê, qamirgeh û çiravan. Hinek cure jî di demsalên havînê de li vê herêmê hêlînên xwe çêdikin û hêkan dikin. 
 
QADA XWE YA XWEZAYÎ WINDA KIRIN
 
Bi taybet jî çûkên li qadên qamirgehê dijîn, hêlînên xwe yên biewle li vir çêdikin. Lêbelê piştî temambûna projeya banda qeraxê, çûkan jî qadên xwezayî yên jiyanê winda kir. Çûk, neçar dimînin ku dadin ser rûniştekên li seranserî rê û banda qeraxa golê hatine danîn. Ev rewş jî dike ku xwarin û vexwarina çûkan xerab bibe û hem jî dike ku gef li ser ewlehiya wan çêbibe. Çavdêr, dibêjin ku çûk di çêkirina hêlînan de zehmetiyê dikêşin û di dema koçê de cihê ku lê bimînin peyda nakin. 
 
CURBICURIYA BIYOLOJÎK KÊM DIBE 
 
Qamirgeh û çiravên li Gola Wanê ne tenê ji bo çûkan, her wiha ji bo ekosîstema herêmê jî xwedî cihekî girîng e. Ev qad, dikin ku cureyên gihayan jî berfireh bibin û qadên jiyanê yên masî û zindiyên avê ne. Li hêla din derfetê dide ku çûkên koçber rola xwe ya di zincîra ekolojîk de bidomînin. Tunekirina qamirgehan û neparastina cihên avî, hem zirarê dide cureyên çûkan hem jî dike ku curbicuriya biyolojîk a li herêmê kêm bibe. 
 
HEJMARA ÇÛKAN KÊM DIBE
 
Bi banda qeraxê re çûk dikevin stresê û ev jî dike ku hêkan nekin û cureyê wan zêde nebe. Rêjeya çûkên ciwan jî her ku diçe kêm dibe. Çûkên li vê herêmê dijîn, hem ji bo ekosîstema herêmê hem jî ji bo domdariya rêyên koçê xwedî cihekî krîtîk in. Neparastina qamirgeh û cihên avî, ne tenê ji bo çûkên li herêmê, her wiha li ser tevahiya ekosîstemê jî gefeke mezin e. 
 
PARASTINA QAMIRGEHAN 
 
Banda qeraxê ya li Artemêtê li qada jiyanê ya çûkên koçber hatiye çêkirin, hem qadên jiyanê yên çûkên koçber texrîb dike hem jî ji ber xerakirina hevsengiya ekosîstemê, ne tenê di asta herêmî de lê di astekî navneteweyî de weke pirsgirêkeke hawirdorî derdikeve pêş. Parastina qamirgeh û cihên avî, ji bo cureyên çûkên koçber nifşên xwe bidomînin pir girîng e.
 
MA / Zeynep Durgut
 
Nûçeyên Têkildar
Li Gimgimê armanca kooperatîfa jinan hilberîna kolektîf e
Li Gimgimê armanca kooperatîfa jinan hilberîna kolektîf e

Seroka kooperatîfa ku armanc dike jinên li Gimgimê tevli hilberînê bike Întîzar Guzelçay, bang li jinan kir û got: "Werin em bi hev re qezenc bikin, bi hev re mezin bibin."

Li Pirxûsê li dijî GES'ê nobed berdewam dike: Ji bo biryareke demokratîk gel li vir e
Li Pirxûsê li dijî GES'ê nobed berdewam dike: Ji bo biryareke demokratîk gel li vir e

Li Pirxûsê çalakiya nobedê ya li dijî D-GES'a ku tê xwestin were çêkirin berdewam dike. Hevberdevkê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Erdogan Oduk diyar kir ku li Kurdistanê ekolojî tê talankirin û got: "Hêviya me ew e ku şandeya keşfê biryareke alîgirê sermayeyê nede. Ger biryareke demokratîk were dayîn, gel li vir e."

Li Pasûrê qirkirina daran berdewam dike: Serlêdana sûc hat kirin
Li Pasûrê qirkirina daran berdewam dike: Serlêdana sûc hat kirin

Li navçeya Pasûrê qirkirina daran di rojekê de ji 2 kamyonan derket 8 kamyonan. Baroya Amedê û Meclisa Ekolojiyê li dijî vê qirkirinê serlêdana sûc kirin.

Têkildarî şewata ku bû sedema mirina 15 kesan giliyê heyeta pêzaniyê hat kirin
Têkildarî şewata ku bû sedema mirina 15 kesan giliyê heyeta pêzaniyê hat kirin

Parêzer Mehdî Ozdemîr diyar kir ku berpirsiyarê şewata ku di navbera Mêrdîn û Amedê de derket û 15 kesan jiyana xwe ji dest da, hîn nehatiye eşkerekirin û got ku wan giliyê raporên pêzaniyê yên ku DEDAŞ'ê bêsûc nîşan dane, kiriye.

Welatiyê ku bertek nîşanî GES’ê da hat binçavkirin
Welatiyê ku bertek nîşanî GES’ê da hat binçavkirin

Welatiyê ku nerazîbûn nîşanî projeya GES’ê ya ku dihat plankirin li bajarokê Pirxûs a Xelatê were çêkirin da, hat binçavkirin.