Li Gimgimê ji bo xwezayê 'nobeda jiyanê' berdewam dike

Parve bike:

MÛŞ - Li Gimgimê welatiyên ku ev demeke dirêj e li dijî projeya JES’ê di nobeda konan de ne, ji bo parastina bawerî, nasname û xwezaya xwe têdiloşin.

 
Xwezaya Kurdistanê ev salên dirêj in ku di bin dorpêça "ewlehî û rantê" de rûbirûyê talanê tê. Hinek herêm bi qetlîsama daran tên hedefgirtin, hinek herêm di bin ava bendavan de tên hiştin, hinek herêm jî bi projeyên Santrala Hîdroelektrîkê (HES), Santrala Enerjiya Rojê (GES) û Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) ji bo şîrketan re tên firotin.
 
Li navçeya Gimgim a Mûşê ku bi projeya JES'ê hatiye hedefgirtin, nerazîbûna li dijî projeyê ji roja yekem vir ve berdewam dike. Gelê navçeyê yê ku bi projeyeke wiha re rûbirû maye ku di bin navê "veberhênanê" de dê xwezayê talan bike, li dijî pêşkêşkirina qadên xwe yên jiyan û baweriyê ya ji bo talanê, dest bi rêxistinkirina xwe kir. Piştî ku projeya JES'ê ya ku tê plankirin li ser xeta faya Gimgim-Kanîreşê bê avakirin ji aliyê Serokatiya Komîsyona Parêzgehê ya Walîtiya Mûşê ve hate qebûlkirin, berî 3 mehan ji bo betalkirina projeyê têkoşînê dest pê kir.
 
Gelê navçeyê ji roja yekem vir ve bi çalakiyên xwe nerazîbûna xwe nîşan da. Civînên gel, çalakî û daxuyaniyên çapemeniyê niha bi nobedê berdewam dikin.
 
 
Têkoşîna ku welatiyan di mehên zivistanê de dabû destpêkirin, di mehên biharê de veguherî nobeda konan û gihîşt qonaxeke nû.
 
 
Welatiyên ku berê xwe dane çiyayên bi berf, pişta xwe dane nava şinahiyê, li kêleka darên berûyê û xwe sipartine Gireboa ku cihê pîroz ê welatiyên Elewî yên li herêmê ye, ji bo xweza, bawerî û nasnameya xwe di nobeda jiyanê de ne. Di nobeda konan de ya ku bi înîsiyatîfa Meclisa Ciwanan a Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê dest pê kir, di qonaxa yekem de tenê 16 gundên ku rasterast ji projeyê bandor dibûn beşdar bûn. Lê her ku 20'ê Gulanê, roja sondajê ya ji bo projeyê hatibû diyarkirin, nêzîk bû, gundên din ên Gimgimê jî dest bi tevlibûna nobedê kirin. Berxwedan tenê bi 16 gundan sînordar nema, gundên din ên Gimgimê jî girtin nava xwe û heta çar aliyên Kurdistan û Tirkiyeyê belav bû.
 
 
Ne tenê Gimgimiyên ku li navçeyê dijîn, lêbelê Gimgimiyên ku li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê û tewra li Ewropayê dijîn jî beşdarî nobedê bûn.
 
 
Di nobeda konan de, welatî carinan di germahiya hewayê ya şevê de ku dadiket binê sifrê li dora sobê, carinan jî li dora agirê ku li derve vedixistin coşa têkoşînê berdewam dikirin.
 
 
Di nobedê de welatiyan gelek caran govend jî gerandin. Welatiyên ku bi dehol û zurneyê, bi stranan û bi gerandina govendê, coş û kelecana nobed berdewam kirin.
 
 
Welatiyên ku di nava 3 mehan de li dijî projeya JES'ê çalakiyeke mezin rêxistin kirin, li gel jiyana di konan de mînakeke jiyana komunnal nîşan didin. Komuna ku kesên nobedê dewr digirin û yên ji bo pişgirtiyê tên beşdar dibin, nîşan da ku dabeşkirina kar, piştgirî û avakirina pêkvejiyanekî pêkan e.
 
 
JIN, CIWAN Û ZAROK DI NOBEDÊ DE NE
 
Ji roja yekem heta roja dawî jin, ciwan, zarok, bi kurtasî hemû gelê Gimgimê ji bo azadkirina xwezaya xwe têkoşînê berdewam dikin. Li qada nobedê dengbêj bi stranên xwe, ciwan bi coşa xwe û jin jî peywendiya ku bi xwezayê re çêkirine li qada berxwedanê ne.
 
 
Kuçîkê bi navê Dîren, ji roja 3'yan a nobedê vir ve li qadê bûye û veguheriye yek ji sembolên çalakiyê.
 
 
Welatiyên ku nerazîbûna xwe anîn ziman, gotin: "Heta ku xweza û erdnîgariya me azad bibe û proje bi rengekî fermî bê betalkirin, em ê qadên xwe yên jiyanê, navendên xwe yên baweriyê û xwezaya xwe biparêzin."