Komeleyên hawirdor û baweriyê di nobeda JES’ê de ne
MÛŞ - Li gundê Xwarikê yê Gimgimê, şeniyên gundê Înaqê, endamên Komeleya Parastina Hawirdorê û Warê Xizir û endamên Şaxa Gimgimê ya Komeleya Pîr Sûltan Abdalê nobeda li dijî projeya JES’ê dewr wergirtin.
Nobeda ku li gundê Xwarikê yê navçeya Gimgim a Mûşê li dijî Santrala Enerjiyê ya Jeotermal (JES) di konan de hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 29’an de berdewam dike. Li qada nobedê ya ku bi pêşengiya Meclisa Ciwanan a Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê hatiye destpêkirin, pankartên "Gelê Gimgimê santrala enerjiya jeotermal naxwaze. Dest nede av û axa min" û "Em xwezaya xwe, baweriya xwe û pêşeroja xwe diparêzin" hatin daliqandin.
Ji roja ku nobedê dest pê kiriye û vir ve, ligel serdanên piştgiriyê yên ji navçe û gundên derdorê, serdanên welatiyên ji derveyî bajêr jî didomin. Di çarçoveya lîsteya nobedê ya ku di navbera gundan de hatî amadekirin de, di roja 29'an a çalakiyê de şeniyên gundê Înaqê ya Gimgimê, endamên Komeleya Parastina Hawirdorê û Warê Xizir û endamên Şaxa Gimgimê ya Komeleya Pîr Sûltan Abdalê nobed dewr wergirtin.