Banga lêpirsînê: Mirina her rojnamegerekî/ê mirina rastiyê ye 2024-12-22 09:51:21 STENBOL - Rojnamegeran diyar kirin ku qetilkirina her rojnamegerekî/ê sûcekî navneteweyî ye û xwestin têkildarî qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn lêpirsîn bê destpêkirin.  Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter a SMO’yên yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Êrişên ser Pira Qereqozaqê û derdora Bendava Tişrînê jî di roja 13’emîn de berdewam in. Dema rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn geşedanên li herêmê dişopandin, di 19’ê Kanûnê de bi êrişan SÎHA’yan a dewleta tirk hatin qetilkirin. Di nava 5 salan de dewleta tirk 9 rojnameger qetil kir.    Rojnameger Încî Hekîmoglû, Candan Yildiz û Hakki Ozdal bertek nîşanî qetilkirina Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dan.     SÛCEKÎ NAVNETEWEYÎ YE      Încî Hekîmoglû, bi bîr xist ku Îsraîl li Xezeyê rojnamegeran hedef digire û wiha got: “Tirkiye jî heman tiştî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Hedefgirtina rojnamegerên li qadê nûçeyan dişopînin, sûc e. Mixabin em di pêvajoyeke wisa de ne ku sûcên navneteweyî jî ‘rewa’ tên nîşandan. Lê ev sûc e. Dema mirov li nûçeyan dinêre, dibîne ku her du rojnameger yekser hedef hatine girtin. Dê ev pêvajo derbas bibin û ev sûcên li dijî mirovahiyê dê hem li qada navneteweyî hem jî li Tirkiyeyê bên ser maseyê. Ev demekî dirêj e mafê agahîgirtinê yê cemaweriyê tê binpêkirin. Rojnameger li Tirkiyeyê tên girtin û bi dadgehan tên bêzarkirin. Êdî li derveyî sînor jî hedef tên girtin.”    BERTEK NÎŞANÎ KANALÊN MUXALÎF DA   Încî Hekîmoglû, diyar kir ku ev êriş tenê nebin mijara yek du rêzikan û ev tişt anî ziman: “Kanalên ji xwe re dibêjin muxalîf, derheqê vê mijarê de yek gotin nekirin. Muxalîf nînin. Divê ev têgeh biguhere. Di navbera wan û îktîdarê de hevkariyeke veşarî heye. Divê bertekeke mezin nîşanî van êrişan were dayin. Divê her di rojevê de be. Dê rojnameger peywira xwe bidomînin. Ne tenê rêxistinên rojnamegeran divê her kes bertekê nîşanî van cînayetan bide. Banga min li tevahiya raya giştî ew e ku bertek nîşan bidin.”    ‘DIVÊ RÊXISTINÊN SERBIXWE BIKEVIN DEWERÊ’      Rojnameger Candan Yildiz jî got; “Mirina her rojnamegerekî/ê mirina rastiyê ye” û wiha axivî: “Nayê qebûlkirin ku rojnameger li qada şer bên qetilkirin. Nazim Daştan bi nûçeyên xwe yên têkildarî Komkujiya Şengalê ya ji hêla DAIŞ’ê ve hatiye kirin, di bîra min de ye. Em ji bîr nekin ku yek ji dewletên herî zalim Îsraîlê jî rojnameger Şîrîn Ebû Akîle dema peywira xwe dikir bi zanebûn hedef girt û qetil kir. Rêxistinên serbixwe lêpirsîn dan destpêkirin û derxistin holê ku Akîle bi zanebûn hedef hatiye girtin. Divê heman lêpirsîn ji bo Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn jî were kirin. Ji ber nûçeyên xwe hedef hatin girt. Li qada ku gelek aktor tê de cih digirin, divê teqez rojnameger li qadê bin. Ma kî dizane bê herî dawî kîjan wên û dîmen kişandine. Divê hemû saziyên rojnamegeran xwedî li Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn derkevin. Divê rojnameger li qadên şer di bin parastina naveteweyî de bin. Ji ber hiqûqa şer, kesek destê xwe nêzî rojnamegeran nake. Parastina rojnamegerên din berpirsyartiya van saziyan e.”    BANGA LÊPIRSÎNÊ     Rojnameger Hakki Ozdal jî anî ziman ku ew bi xemgînî û bihêrs hîn bûn ku rojnameger hatine qetikirin. Ozdal, wiha got: “Di nava van 10 salan de bi hezaran sivîlan û bi dehan rojnamegeran jiyana xwe ji dest dan. Bîlgîn û Daştan ji hewayî ve hedef hatine girtin û xuyaye ku bi zanebûn hedef hatine girtin. Ev cînayet, ji hêla hêzên li herêmê bêîstîqrariyê çêdikin û naxwazin agahiyên rast bên bihîstin ve tên kirin. Ev cînayet, xeleka dawî ya zextên li ser çapemeniya Kurd e. Ev, di heman demê de sûcekî şer e. Bertekên li dijî van cînayetan tên nîşandan, dê diyar bike bê ka di demeke nêz de rojnameger dê li Sûriye û herêmê çiqas di ewlehiyê de bin.”    Ozdal, banga vekirina lêpirsînê kir û axaftina xwe wiha qedand: “Polîtîkayên koma jê re dibêjin SMO ku êrişî herêmê dike û hikûmeta AKP’ê ye ku bi eşkereyî piştgiriyê dide vê komê. Ev rewş herêmê ber bi bêîstîqrarî û kaosê ve dibe. Dibe sedema mirina sivîlan. Ji bo derheqê êrişan de lêpirsîn were destpêkirin û berpirsyar bên cezakirin, ez bang li rayedaran dikim ku peywira xwe pêk bînin û bang li rêxistinên çapemenî-pîşeyî jî dikim ku zextê li saziyên têkildar bikin.”