Li Colemêrgê zext tevahiya salê dewam kirin 2025-01-01 10:49:10 COLEMÊRG – Li Colemêrgê ku walîtiyê propagandaya "Jiyan heye" kir, binçavkirin, tundiya leşker-polîsan, desteserkirina îradeyê, operasyonên leşkerî û qedexeyên zozanan di nava salekê de her dim rojev bûn. Colemêrg ku li ser sînorê Îran û Herêma Federal a Kurdistanê ye, yek ji wan bajaran bû ku di sala 2024’an de herî zêde binpêkirina mafên mirovan pêk hat. Berevajî propagandaya walîtiyê ya ku gelek caran “jiyan heye” dike, li bajêr gelek maf hatin binpêkirin. Binçavkirin, girtin, tundiya polîs û leşkeran, êrîşa li ser welatiyan li ser sînor, operasyonên leşkerî, qedexeyên bi salane di bin navê "herêma ewlekariya taybet", veguhastina hilbijêran, zextên li dijî rojnamegeran di nava salekê de di rojevê de bûn.   BI SEDAN OPERASYONÊN LEŞKERΠ   Di nava salê de li bi dehan herêm û gundan operasyonên leşkerî yên berfireh hatin lidarxistin. Herêmên operasyonên leşkerî gelek caran di bin navê "herêma ewlehiya taybet" de hatin qedexekirin.   Navê gund, herêm û zozanên ku operasyonên leşkerî hatin lidarxistin ev in; Bilindbasan, Soryan, Dileze, Birdik, Avyan, Golegirî, Rezûk, Pagê, Kuçe, Kêlban, Yekmala Jor, Yekmala Jêr, Kaportê, Çardiwar, Memkawa, Mûşan, Nêbari, Bajêrge (bajarok), Kelê, Xurekana Seyîda ve Xurekana Temo, Tilorana Jêr, Tilorana Jor, Basan, Morê, Şahê, Pagenkê, Şîşemzîn, Sorê, Zêvkan, Xirvate, Dirişkê, Qesran, Êlê, Hisark, Kavle, Zîzan, Herînk, Oremar, Şitazin, Doskî, Orşê, Wargenima, Tûyê, Sipîndarok, Meleyan, Bêtkar, Garê, Dêmanê, Gêman, Marunîs, Kûtos, Anîtos, Qeval, Harê, Gûzereş ve Tiyarê Vadisi, Navberojan, Îsyan, Şapatan, Dûvê, Meydan Belek, Zeynebê ve Dolan vadileri, Navşiyan, Morê Dağı, Sorê, Şîşol, Davana Sorê Kirmik, Şermerzan, Kanîdirêj, Astenga Reş, Meydanok, Kaniya Barkirî, Çil Kaniya, Sipêrêz û Mêranava.    SERDAGIRTINA MALAN Û TUNDÎ   Serdegirtinên malan û tundiya di serdegirtina malan de bênavber dewam kir. Taxa Baglar a Jêrîn a navenda Colemêrgê di serê salê de ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Derî û camên gelek malên taxê hatin şikandin.   Di 10'ê Çile de polîsan bi ser mala malbata Kurt a li Yenî Mahale ya navçeya Geverê de girt. Polîsên tevgera taybet li ferdên malbatê yên ku daxwaza "lêgerînê" kiribûn derb kirin. Di serdegirtinê de polîsan jî gulebaran kirin. Di serdegirtinê de Îdrîs Kurt û Sîttar Kurt hatin binçavkirin. Endamên malbatê diyar kirin ku polîsan hewl da xwîna ku piştî tundiyê herikî paqij bike û hin caw hatin berhevkirin.   Di 27’ê Sibatê de li ber deriyê gundê Dûvê ya navçeya Rûbarok ji aliyê leşkeran ve cîhaza X-ray hate danîn. Welatî piştî lêgerîna leşkeran dikarin bikevin gundên xwe.   Di maça Colemêrg Zapspor û Mazîdagi Sporê ya ku di 25’ê adarê de li Colemêrgê dihat lîstin de bûyer qewimîn. Welatiyê bi navê Yalçin Kaval ê ku bi keça xwe ya biçûk re ji bo temaşekirina maçê çûbû di nav pevçûnê de ma. Kavalê ku piştî bûyerê çû malê, bi hinceta bûyerên di bûyerên qewimîn de cih girtiye piştî fitarê li mala xwe ji aliyê polêsan hat binçavkirin. Kaval li midûriyeta polîsan rastî tundiyê hat.   Di maça 2’ê mijdarê ya li Rûbarokê de di navbera leşker û qeymeqamtiyê de nîqaş derketin. Leşkeran heqaret li xebatkarên qeymeqamtiyê kirin. Hin kes ji aliyê leşkeran ve hatin derbkirin. Hin temaşevanên ku bertek nîşanî leşkeran dan jî hatin derbkirin.   XESPKIRINA ÎRADEYÊ   AKP’ê beriya hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê zêdetirî 10 hezar leşker û polîs sewqî navenda Colemêrgê û navçeyên girêdayî wê kirin. AKP'ê şaredariyên Şemzînan, Çelê, Bajêrge  û Xirvate bi hilbijêrên seyar desteser kirin.   Di hilbijartinên navenda Colemêrgê de tevî hejmara zêde ya hilbijêran DEM Partî bi ser ket. Lê belê di 3'ê hezîranê de qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin. Hevşaredar Siddik Akiş hat girtin. Di 5'ê Hezîranê de li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê 19 sal û 6 meh ceza li Akiş birî.   Li dijî biryara tayînkirina qeyûm bi rojan li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi taybet li Colemêrgê çalakî hatin lidarxistin. Berxwedana li dijî desteserkirina vîna gel bi mehan dewam kir. Dîsa ji Wanê heta Colemêrgê 7 rojan meşa "Rêzgirtina îradeyê" hat lidarxistin.   AKP’IYAN GEL GULEBARAN KIR    Piştî ku Abdullah Zeydan wek Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê hat hilbijartin, mazbata nedanê û bi boneya nedayîna mazbatayê li navenda Colemêrgê û Geverê, di 2'ê Nîsanê de çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin. Kesên ku li buroya Serokê Giştî yê AKP'ê Zeydîn Kaya bûn, gule li çalakgeran reşandin.   Piştî ku mazbata hat dayîn navenda bajêr pîrozbahî hatin lidarxistin, wesayîta polîsan li ciwanê ku beşdarî pîrozbahiyê bû qelibî. Kesên ku bi wesayîtên xwe beşdarî pîrozbahiya serkeftinê ya li Geverê bûn hatin cezakirin.   TEQÎN ÇÊBÛ   Di 14’ê nîsanê de li gundê Şapatan ê Şemzînanê polîsên tîmên taybet di dema kontrola nasnameyan de mînîbusek rawestandin. Welatiyên ku bertek nîşanî lêgerînê dan hatin tehdîtkirin. Polîsan gefa “Em ê we gulebaran bikin, em ê we bikujin” li welatiyan xwarin.   Li herêma Veregoz a bejahiya Geverê şivanê bi navê Bedrettîn Duzen ê ku di 24'ê tîrmehê de sewalên xwe diçêrand, di encama teqînekî de jiyana xwe ji dest da.   ASTENGKIRINA GOVENDÊ    Li navenda Colemêrgê di 29'ê tîrmehê de bi hinceta "Stranên siyasî tên gotin" bi ser gelek dawetan de girtin. Hunermendên herêmî bi hinceta "propagandaya rêxistinê kirine" hatin binçavkirin. Kameramenên ku dawet kişandin ji bo îfadeyê bang kirin. Ji 7 kesan xwediyê dawetê K.D û kameramanên ku dîmen kişandin piştî îfadeya wan serbest hatin berdan. 4 muzîkjen hatin girtin. Muzîkjen Nacî Tekçe (Ozgûn Tekçe), Alî Tekîn, Îlhan Akdogan û Bedîrhan Uçar di danişîna ewil de rastî cezayê salek û 3 meh yê cezayê girtîgehê hatin û piştre hatin berdan.    DESTDIRÊJIYÊN ÇAWIŞÊN PISPOR    Li navçeya Çelê di roja dawî ya festîvala ku ji aliyê walîtiyê dihat lidarxistin  de 2 zarok rastî destdirêjiya çawîşên pispor hatin. Ciwanên ku beşdarî konserê bûn mudaxeleyî çawîşên pispor kirin. Li ser giliyên welatiyan ji 5 çawişên pisor 2 jê hatin binçavkirin. Piştî îfadeyên çawişên pispor ên li emniyetê serbest hatin berdan.   Welatiyên li bloka A-05 a Pîzok TOKÎ ya Geverê dijîn, li hemberî tîmên tevgera taybet ên li heman avahiyê dijîn bi dengekî bilind muzîk guhdarî dikirin, li hev kom bûn û bertek nîşan dan. Polîsek destê xwe danî ser çeka xwe, gef li gel xwar û got, “Hûn kî ne ku ji min aciz dibin? Ez ê vî avahiyê neterikînim û bibim zalimê we."   Li navenda Colemêrgê çawişê pispor bi rêya medyaya dîjîtal jineke ciwan tacîz kir. Tevî giliyê malbatê jî der barê çawîşê pispor tu tiştek nehat kirin. Endamên malbatê çawîşê pispor ê ku tacîza xwe didomand derb kirin. Piştî bûyerê bav û xizmên jina ciwan hatin binçavkirin.   CIWAN HATIN DESTESERKIRIN    Polîsan di 31'ê Tîrmehê de li Geverê gelek tax dorpêç kir. Li taxa Kişlayê piştî kontrolkirina nasnameyan ciwanên bi navê; U.Ş., R.T., C.O., A.Y., B.C., D.D., A.B. û M.S. hatin binçavkirin. Malbat û parêzerên ku serî li emniyetê dan, ev bersiv hatin dayîn: "Zarokên we li vir nîn in, tu kes ji aliyê yekîneyên me ve nehatine binçavkirin." Polîsan di derdora seat 03.30'an de ciwan li noqteyên cuda bi kîlometreyan dûrî navçeyê serbest berdan. Dema ku ciwan di binçavan de hatin derbkirin, guhê ciwanê bi navê R.T. zirar dît. Di dema derbkirinê de cil û bergên ciwanên bi navê U.Ş., B.C. û A.Y xwîn bûn û ji ber vê yekê cil  û bergên wan xistin û ciwan li cihên cuda hat hiştin.   LI HER DERÊ KAMERA Û MOBESE   Li çolter û zozanên Colemêrgê kamera  jî hatin bicihkirin. Di nava salê de li gelek zozan û herêman bi taybetî li Zozanên Berçelanê kamerayên mobîl û kemînên kamerayê hatin danîn. Şêniyên zozanê û koçeran bertek nîşan dan.   Di 14’ê îlonê de ji qereqola leşkerî ya li gundê Bayê yê Colemêrgê ber bi herêma Merga Bûtanê ya ku wargeha sivîlan e, top hatin avêtin.   Di 2'ê mijdarê de jî texsiyekê ji ber wesayîta polîsan a sivîl a ku rê neda derbas kir, ji aliyê polîsan ve hat rawestandin. Texsiya ku Fatîh Agacanoglû diajot û li Noqteya Kontrolê ya Polîsan a Depînê hat rawestandin û ciwanên tê de bi navê Azat Kaya, Şevket Kaya û Hamdullah Kaya rastî heqaret û tundiyê hatin. Ji ciwanên ku lêdan xwar Azat Kaya ji du cihan pozê wî şikest.   ZILMA VEDAŞÊ    Belavkirina Elektrîkê ya Vangolu (VEDAŞ) 2'ê cotmehê di saetên serê sibê de li Taxa Orman a Geverê dest bi kontrolkirina "ceryanê ya derqanûnî" kir. Polîs bi ekîbên fîrmeyê bi wesayîtên zirxî hatin taxê. Şêniyên taxê bertek nîşanî vê rewşê dan. Li ser bertekên welatiyên taxê polîsan gule berdan hewayê. Polîsan li hemberî welatiyan jî bombeyên gazê û guleyên plastîk bikar anîn.   ZEXTÊN LI SER ROJNAMEGERAN    Êrîşên li ser rojnamegeran ên li bajêr tevahiya salê dewam kirin. Serokê Giştî yê AKP'ê Zeydîn Kaya û parêzvanên wî di dema çalakiya şermezarkirina qeyûman de rojnameger Serkan Kaya kirin hedef. Rojnameger Kaya ji êrîşê bi zehmetî xwe xilas kir.   Li Geverê di 7'ê îlonê de polîsan gef li nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mazlûm Engîndenîz ê ku nûçe dişopand xwar. Jina ku hat îdiakirin cerdevan e li emniyetê êrîşî Engîndenîz kir.   Nûçegihana JINNEWS'ê Rabîa Onver ji ber nûçeyên xwe yên der barê çeteyên fuhûş û tiryakê de bû hedef. Di 20'ê Îlonê de li ser mala wê girtin, biryara desteserkirina malzemeyên dîjîtal ên Onver hat dayîn.