Senatorê fransî: Modela Rojava ji bo avakirina Sûriyeyê referans e 2025-01-01 12:38:25 NAVENDA NÛÇEYAN - Senatorê Fransî Pascal Savoldelli nameyek ji Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot re nivîsand bal kişand ser êrîşên li ser Rojava û got, “Modela Rojava ji bo avakirina Sûriyeyê referans e. Li hemberî êrîşan divê Fransa kurdan tenê nehêle.” Li qada navneteweyî bertekên li hemberî êrîşên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên ANS yên li dijî herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) de dewam dikin. Senatorê Fransî Pascal Savoldelli ji bo balê bikişîne ser êrîşên li dijî Rojava, nameyek ji Wezîrê Karên Derve yê Fransa û Ewropayê Jean-Noel Barrot re nivîsand. Di nameya Savodelli ya ku di Ajansa Nûçeyan a Firatê de hat weşandin de, bal kişand ser wê yekê ku divê modela rêveberiya demokratîk û berfireh a Rojava di avakirina Sûriyeyê de bibe mînak û bang li Fransa kir ku kurdan tenê nehêlin.    MODELA KURDAN   Senator Savoldelli di nameya xwe de diyar kir ku rûxandina rêjîma Esed hêviyek ji bo gelê Sûriyê ye û wiha got: “Ev hêvî encamdana şoreşa ku di sala 2011’an de dest pê kir û encamên wê niha ne diyar e, gihiştiye lûtkeyê. Di çarçoveya vê şoreşê de, kurdên Sûriyê zêdetirî deh salan e ku piştgiriya projeyeke siyasî ya berfireh li ser bingeha xweseriya demokratîk û jiyana hevbeş a aştiyane ya hemû civakan dikin. Îro ev model referansek e ji bo avakirina Sûriyeyeke nû, berfireh û demokratîk li ser bingeha edalet, wekhevî û mafên hemû pêkhateyan."   GEFÊN HÊZÊN TARÎ   Senator Savoldelli şerê kurdan ya li dijî DAIŞê bi bîr xist û wiha got: “Hêzên kurd di sala 2015’an de di şerê li dijî DAIŞ’ê û cîhadîstan de bûn hevalbendên Fransa û koalîsyonê. Lêbelê, di 8’ê kanûna 2024’an de, piştî ku koma îslamî ya radîkal Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) Şam bi dest xist, hejmarek ji komên çekdar ên paşverû yên ku Komara Tirkiyê piştgirîya wan dike, bi taybetî li bajarên ku piraniya wan kurd in li bakurrojhilatê welat li hemberî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) erîş da destpêkirin. Bi taybet li Dêrezorê û Minbicê hinek herêm xistin bin kontrola xwe. Gelek şahidên herêmê radigihînin ku sivîl hatine qetilkirin."   DIVÊ FRANSA KURDAN TENÊ NEHÊLE   Senator Savoldelli bang li Wezîrê Karên Derve Jean-Noel Barrot kir, ku divê Fransa li hemberî êrîşên Tirkiyeyê û komên girêdayî wê yên li dijî Rojava, helwesta xwe nîşan bide û di nameya xwe de ev tişt anî ziman: “Dema mirov cidiyeta êrîşan li ber çavan bigire divê Fransa piştgirî bide hevalbendên kurd û modela wan a rêveberiya demokratîk, beşdarbûna wan di her proseyeke siyasî ya ji bo avakirina Sûriyê de misoger dike û bi awayekî aşkera destwerdanên derve yên ku dubendî û aloziyan gur dikin ku bingeha wan Tirkiye ye. Ez dixwazim bipirsim gelo hûn plan dikin ku giraniya nîşan bidin? Demeke ku metirsiya karesateke mirovî ya nû heye, divê Fransa dev ji hevalbendên xwe yên kurd bernede."