Kurkçu banga berpirsyartiyê li sosyalîstan kir 2025-01-02 11:14:18 STENBOL - Siyasetmedar Ertûgrûl Kurkçu bal kişand ser girîngiya hevdîtina li Îmraliyê û wiha got: “Divê sosyalîstên Tirkiyeyê li cem têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd cih bigirin û rola xwe ya pêşengtiyê bilîzin.”  Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan di 23’yê Cotmehê de li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Piştre jî parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder di 28’ê Kanûnê de bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Abdullah Ocalan di hevdîtina ewil de diyar kir ku tecrîd didome û got: “Heke şert û merc bên avakirin, ez xwedî wê hêza teorîk û pratîkim ku pêvajoya pevçûn û tundiyê derbasî zemîna hiqûqî û siyasî bikim.” Di hevdîtina duyemîn de jî Abdullah Ocalan anî ziman ku xurtkirina biratiya Kurd-Tirkan berpirsyartiyeke dîrokî ye bang li partiyên muxalîf û rêxistinên civaka sivîl kir ku ji bo serkeftina pêvajoyê nekevin pey hesabên teng û demkî, çêker nêz bibin, înîsiyatîfê li xwe bigirin.    Serokê Rûmetê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ertûgrûl Kurkçu, têkildarî pirsgirêka Kurd, hevdîtina bi Abdullah Ocalan re, rola wî ya di çareseriyê de û nêzikatiya îktîdara AKP-MHP’ê ya li hemberî “çareseriyê” nirxand.    MAFÊ TAYÎNKIRINA QEDERA XWE   Kurkçu, diyar kir ku pirsgirêka Kurd, pirsgirêka tayînkirina qedera xwe ya mezintirîn gelê “bêdewlet” ê cîhanê ye. Kurkçu, wiha bal kişand ser rola Abdullah Ocalan a di pirsgirêka Kurd de: “Di dîrokê de carnan kêliyên wisa tên ku rola hin kesan her ku diçe mezintir dibe û belavî cihên din dibe. Dikeve pêşiya yên din û bandora wî ya siyasî, entelektuel û leşkerî şopa xwe li her qadê dike. Abdullah Ocalan, dişibe Fîdel Castro, Ho Chi Minh û Vladîmîr Lenîn. Lê bila tişta ku kir Ocalan wiha bibe, israra wî ya ji bo fikrên serbixwe bû. Weke mînak; fikrên Modernîteya Demokratîk û Konfederalîzma Demokratîk ên Ocalan, ne tam teqabûlî Marksîzma klasîk tên ne jî tam teqabûlî welatparêziya klasîk tên. Pêdivî û daxwazên her duyan jî di nava xwe de dihewîne. Ji bo arasteyî têkoşînê bike û birêve bibe pir bi aqilane ne. Ji ber ku hem parçeyên Kurdisanê bi hev re dibîne, hem wan parçeyan girêdayî hev nake, hem li her parçeyekê şirîkan çêdike hem jî derfetê dide ku dozeke civakî bimeşînin. Fikrekî pir nû ye.”    ‘KESEKÎ ÎSTÎSNAÎ YE’   Kurkçu, anî ziman ku Ocalan kesayetekî îstîsnaî ye û wiha pê de çû: “Heke ne ji fikrên Ocalan bûya, derdorên cuda yên li Tirkiye û Kurdistanê nedikariyan bên cem hev. Lewma jî Ocalan destkeftiyên şoreşgeriya Tirkiyeyê û şoreşgeriya Kurdistanê anî cem hev, pratîk bi wan da kirin. Ji vî alî ve jî kesekî îstîsnaî ye. Ji ber van taybetiyên xwe ev 25 sal in girtî ye. Tevî ewqas tecrîdê jî her carê bi fikrên pir baş û yên nû derdikeve holê. Ne tenê di nava tevgera siyasî ya Kurd de, di nava siyaseta Tirkiyeyê de jî tekane şexsiyet e. Deriyê çareseriyê yê di 2015’an de bi formulasyonên Ocalan vebû. Ji ber van sedeman, Ocalan kesekî îstîsnaî ye.”    HIŞYARIYÊ BALDARBÛNÊ    Kurkçu, anî ziman ku divê bi hişyarî nêzî nîqaşên têkildarî “pêvajoya nû” bibin û wiha got: “Ji ber ku îdiaya çareseriyê ya berê yekser hikûmetê bi xwe propagandaya wê dikir. Îro jî berdevkên qesrê qala çareserî û demokrasiyê nakin, tenê qala aştiyê dikin. Tişta ku ji aştiyê fêm dikin jî bidawîbûna ‘terorê’ ye. Lewma dema mirov li rewşê dinêre, xuyaye ku bi têgehên serdema berê nafikirin. Lê dîsa jî ji bo bidawîbûna pevçûnan, hewcehî bi pratîka aştiyê ya avaker heye û em nizanin ka dê hikûmet li ber vê were yan na. Ocalan, di peyama xwe ya ewil de got ku daxwaza wî ji çarçoveya teng a tê ferzkirin berfirehtir e. Qala çareserî, demokrasî û aştiyê kir. Bahçelî û Erdogan jî qala çareserî û demokrasiyê nakin. Ew, zêdetir aştiyê di wateya ‘dij-terorîzmê’ fêm dikin û dibêjin. Ocalan, aştiyê berfireh dinirxîne ku hem Sûriyeyê hem jî Xeze û herêmê digire nav xwe.”    ‘TÊKOŞÎN LI HER DEVERA KURDISTANÊ BELAV BÛ’    Kurkçu, têkildarî mijara “berdana çekan” ku Devlet Bahçelî û medyaya îktîdarê her tim di rojevê de digire jî wiha got: “Beşekê nifûsê li dijî serdestiya îktîdarê têkoşîna çekdarî dimeşîne û ev jî îktîdarê diwestîne. Îktîdar dixwaze çareseriyekê ji vê re bibîne. Dewlet, hewl dide têkoşîna li Bakurê Kurdistanê têk bibe. Lê têkoşîn li her devera Kurdistanê belav bû. Tirkiyeyê jî îcar şer li herêmeke berfirehtir belav kir. Ev jî bi xwe re lêçûnên leşkerî yên pir mezin tîne. Niha ketine nava lêgerîna ‘gelo em ê bikarin bisînor bikin.’ Dewlet dema li derveyî sînorên xwe şer dike, hewl dide nakokiyên di nava sînorên xwe de bi dawî bike. Li gorî min dewlet di mijara reqabeta herêmî de tengijiye û hewl dide bi rêkûpêkkirina mercên navxweyî xwe komî ser hev bike û lewma dixwaze bêyî nav lê bike çareseriyekê biafirîne.”    DU HÊMAYÊN SEREKE   Bi domdarî Kurkçu, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tirkiye ji bo aştiyê pêk bîne hewcehî du bi hêmayên sereke heye. Ya yekemîn; mexdûrên rejîmê anku karker, jin, Kurd, Elewî û Ereb in. Yên herî zêde dê ji aştiyê sûdê bigirin ev derdor in. Ji ber ku şer, zayendperestiyê, nîjadperestiyê û dijminatiya li karkeran sor dike. Divê ji ewil derdorên civakî bên gel hev û têkoşîneke hevpar ava bikin. Hêmaya duyemîn jî; divê li şûna rejîma otokratîk rejîmeke demokratîk, pirçandî, pirnetewî were avakirin û tifaqek li dora wê bê avakirin. Kesên dixwazin CHP xwe nêzî krîterên Kopenhagê bikin jî di nav de ne. Divê mirov lîberalên partiya wan tune ne jî tev li bike. Lê li vir beriya her kesî pêşengtî û berpirsyartî dikeve ser milê DEM Partî û HDK’ê. Banga Ocalan, di esasê xwe de van tîne bîra siyaseta Kurd. Daxwaza aştiya civakî heye. Bahçelî ev rol li xwe girt û pêşî li reaksiyonên mezin ên derdorên nîjadperest girt. Lê zemîna wê hêj jî gelek sist e. Lewma divê bi baldarî bimeşe.”    BERPIRSYARTIYA SOSYALÎSTAN    Kurkçu, anî ziman ku sosyalîstên Tirkiyeyê mecbûr in di doza azadiyê ya Kurdan de cih bigirin û axaftina xwe wiha qedand: “Ji ber ku heta mafê tayînkirina qedera xwe ya Kurdan pêk neyê, nikarin xwe bigihînin qonaxa demokrasiyê ku gava ewil a ber bi sosyalîzmê ve ye. Ji salên 1965-68'an heta niha nifşên em tê de cih digirin ji bo çareseriyê hewl dan. Yên ku li vir dê biryarê bidin, Kurd bi xwe ne. Ya ku dikeve ser milê me ew e ku em tifaqê bi rêhevalên xwe yên Kurd re ava bikin. Zemîna siyasetê ya niha bi DEM Partiyê didome, zemîna me ya mişterek e. Dibe ku pêvajo vêcarê jî têk biçe lê divê ne ji ber xeletî, bêkêriya me û nezaniya me be. Xuyaye ku têkoşîna azadiyê ya Kurdan di rizgariya herêmê de xwedî rolekî diyarker e. Bêguman divê gelên din jî bi rola xwe rabin. Divê ev rewş tenê ji Kurdan re neyê hiştin. Lê rolekî wiha yê pêşeng jî derketiye hol3e. Parvekirina vê bila ji bo min rûmetek be.”    MA / Melîk Çelîk