DBP dê meşa xwe bi hevserokên giştî yên heyî re bidomîne 2025-01-05 13:50:20 AMED - DBP dê di serdema nû de rêya xwe bi Hevserokên Giştî yên heyî Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir bidomîne.  Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) beriya 7’emîn Kongreya Asayî ku dê di 12’ê Çileyê de li Enqereyê li dar bixe, li Amedê civîna gel a girseyî li dar dixe. Civîn, li eywaneke dawetan a li bajar tê lidarxistin. Hevserokên Giştî yên DBP’ê Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Uçar û Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Mûrat Çepnî, Hevserokê Giştî yê Partiya Jinûvedarizandina Sosyalîst (SYKP) Mertcan Tîtîz, hevşaredarên DEM Partiyî û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên bajar tev li bûn.  Di civînê de coşeke mezin hebû û kesên dê di serdema nû de Hevserokatiya Giştî ya DBP’ê bikin hatin ragihandin.    Di encama civîn û xebatan de biryara hate dayin ku Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir di serdema nû de jî peywira xwe bidomînin. Piştî ev agahî hatî ragihandin, Hevserokên Giştî Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir derketin ser dikê û gel slav kirin.    Piştre jî welatiyan hevserokên giştî pîroz kirin.