HSD: 23 çete hatin kuştin, 36 jî birîndar bûn 2025-01-12 15:12:36 NAVENDA NÛÇEYAN - HSD’ê têkildarî pevçûnên dawî yên li xeta başûrê rojhilatê Minbicê daxuyanî da. HSD’ê got: “Di pevçûnan de 23 çete hatin kuştin û 36 jî birîndar bûn.”  Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser gundewarên Minbicê, Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê didomin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) der barê bûyerên dawî yên li eniyên başûrê rojhilatê Minbicê daxuyaniyek da.   Daxuyaniya HSD’ê wiha ye:    Hêzên me li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê berxwedaneke dîrokî pêk tînin û derbeyên giran li wan dixin. Li eniyên başûrê rojhilatê Minbicê, di navbera şervanên me û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şerên dijwar qewimîn.   Pevçûn di saet 17.00`an roja înê dest pê kirin û hetanî seet 11.00’ê roja şemiyê dewam kirin. Di pevçûnan de 23 çete hatin kuştin û 36 jî birîndar bûn, ji ber wê jî çete neçar man ku ji qada şer birevin. Ji ber derbeyên giran ên şervanên me, gelek çete ji tirsa ku careke din biçin eniyên şer, bi birîndaran re diçin nexweşxaneyê û ji bijîşkan dixwazin ku wan weke birîndar nîşan bidin, ji ber ku çete di rewşeke bêhêvî û têkçûneke derûnî ya mezin de dijîn û bi her awayî hewl didin ji şerê li hember hêzên me birevin.   Tevî dijwariya şer û bombebaran balafirên şer û balafirên bê mirov yên dewleta Tirk a dagirker jî, lê hêzên me li hember çeteyan berxwedaneke lehengî nîşan dan û hemû êrişên wan ên 2 rojên derbasbûyî şikandin û di encama wan êrişan de 3 şervanên me şehîd bûn.”