Li Îzmîrê çalakiya nobetê hate destpêkirin 2025-01-14 15:59:56 ÎZMÎR - Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kir û bi daxwaza “Li dijî şer aştiyeke birûmet, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya demokratîk” nobet hate destpêkirin.  Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Îzmîrê bi daxwaza “Li dijî şer aştiyeke birûmet, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya demokratîk” çalakiya nobetê da destpêkirin. Nobet, li avahiya partiyê hate destpêkirin. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û gelek kes tev li nobetê bûn. Di çalakiyê de sînevîzyonek hate pêşandan û bertek nîşanî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan.    BERTEKÊN LI DIJÎ ÊRIŞAN   Piştî nobetê li pêşiya avahiya partiyê daxuyanî hate dayin. Di daxuyaniyê de pankarta “Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bidin sekinandin” hate hilgirtin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Îzmîrê Îbrahîm Akin di daxuyaniyê de wiha got: “Xetere li ser jiyana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye. Rewşeke xetere heye. SMO û çeteyên cîhadîst gefê li jiyana gelên li wir dixwin. Hêzên serdest bi pêşeroja Sûriyeyê dilîzin. Hûn nikarin pirsgirêka Kurd a li herêmê û Tirkiyeyê bi tunekirin û şer çareser bikin. Em naxwazin tu kes şerê li wir gur bike û mudaxileyî pêşeroja Sûriyeyê bike.”