Parêzer Gulîzar Tûncer: Divê pêvajo bê şênberkirin 2025-01-15 09:33:16 STENBOL - Parêzer Gulîzar Tûncerê anî ziman ku di pêvajoya nû de divê zimanê  bê bikaranin bê guhertin û got: "Di vê pêvajoyê de gengeşeyên ku tên kirin divê bên şênberkirin û civakîkirin." Gengeşeyên li ser çareseriya pirsgirêka kurd di rojevê de ne. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê girtin, di 28'ê Kanûnê de bi heyeta Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Îmraliyê re hevdîtinek pêk anî.   Peyamên Abdullah Ocalan ên têkildarî çareseriyê di raya giştî de tên gengeşekirin. Abdullah Ocalan di peyama xwe de bal kişand ser biratiya tirk-kurdan û bang li hemû beşên civakê kir û bal kişand ser girîngiya tevkariyên erênî.   Endama Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Parêzer Gulîzar Tûncer, gengeşeyên li ser çareseriya pirsgirêka kurd nirxandin.    ZIMANÊ DESTHILATÊ   Gulîzar Tûncerê diyar kir ku piştî gengeşeyên pêvajoya nû hêvî zêde bûne û got ku zimanê desthilatê zimanê heqaret û tehdîdê ye.    Gûlîzar Têncer got: “Naverok çiqasî girîng be, vegotina wê jî girîng e. Tiştên ku hev temam dikin ev in. Ji aliyê DEM Partiyê ve jî der barê prosedur û rêbazê de îtirazeke pir zelal nehat pêşxistin. Ji destpêkê ve têkiliyek newekhev hat domandin. Gelê kurd heta niha gelek êş kişandine. Bandora şer li ser kurdan pir kûr bû. Kuştinên kiryar nediyar, windakirin, gerîlayên jiyana xwe ji dest dan... Dest ji Bahçelî an jî Erdoganê ku nûnertiya baskê desthilatdariyê dikin berdin, dema Ozgur Ozel jî axivî, tenê bal kişand ser leşkeran ü malbatön leşkeran. Loma jî li vir tenê dewlet û berjewendiya wan esas tê girtin. Paşê cardin domandina polîtîkaya qeyûm, zimanê ‘em ê wan biqelihînin' berdewam kirin."   ‘ZIMANEKÎ LI ALIYÊ ÇARESERIYÊ'   Gulîzar Tûncerê anî ziman ku zimanê desthilatê nayê qebûlkirin û got: “Li ser sedemên ku ev pêvajo ev qas lez û bez hat kirin, zêde nehat fikirîn. Daxuyaniyên Bahçelî mijarek bû ku divê pir li ser were fikirîn. Ew ziman êdî gihîştiye asta heqaretê. Êdî ne tenê zimanekî gefxwarinê ye. Bi taybetî jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû mijareke ku ji aliyê çapemeniya desthilatdar ve di qadên magazînî de hat nîqaşkirin û axaftin. Li aliyê din zimanekî ku gelê kurd aciz kir, heqaret û biçûk xist, hat afirandin. Jixwe derketina bi daxuyaniyeke wiha pirsgirêk bû. Li hemberî vê yekê divê zimanekî nû yê siyasî ku siyaseta çareseriyê hildiberîne, bi awayekî ku daxwazên xwe derxe holê."   ‘GELÊ KURD DÊ XWEDÎ LI DESTKEFTIYÊN XWE DERKEVE'   Gulîzar Tûncerê bal kişand ser geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî û got: "Li wir civakeke ku navendîbûn lê serdest nebe, xwecihî zêdetir li pêş be, jin azad bin, ekolojiyê esas digire, xebateke demokratîk pêk bê hatiye avakirin. Niha hewl tê dayîn ku ev der bê tunekirin. Em ji vê re nabêjin pêvajo, lê em nabêjin aştî jî. Sedemên sereke yên vê yekê jî tiştên ku li herêma Rojhilata Navînê diqewimin bi xwe ne ku wekî 'eniya derve' bi nav dikin. Ji ber vê yekê, pêwîst e careke din were tekezkirin ku; qirkirina ku îro tê serê gelê Filistînê û polîtîkayên dewleta siyonîst Îsraîlê ji bo gelê kurd tê meşandin. Heya niha tê xwestin ku ev polîtîkayên mêtingeriyê li Efrîn, Kobanê û herêmên din ên rêveberiya xweser bên meşandin. Gelê kurd wê heta dawiyê xwedî li van destkeftiyan derkeve."    'DIVÊ GAVÊN ŞÊNBER BÊN AVÊTIN'   Gulîzar Tûncerê anî ziman ku piştî gengeşeyên pêvajoya nû tecrîd hinekî hat şikandin û ev yek girîng e û got ku divê ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî û bidawîbûna pêkanînên qeyûman gavên şênber bên avêtin.   Gulîzar Tûncer diyar kir ku divê tecrîd û pirsgirêka kurd bi tevahî bê çareserkirin û pêvajo bi beşdariyeke demokratîk û gengeşeyan bê meşandin. Gulîzar Tûncerê işaret bi peyamên Abdullah Ocalan kir û got: “Mirov pir xerîbê vê mijarê ne. Lewma divê ev gengeşeyên aştiyê bên şênberkirin û civakîkirin. Wekî ku Ocalan jî got divê ev li Meclisê bê gengeşekirin û li nava civakê bê belavkirin."    MA / Omer Îbrahîmoglû