Dîwarê medreseya ku nehat restorekirin hilweşiya 2025-01-16 09:00:21 ŞIRNEX - Dîwarê deriyê ketina medreseya dîrokî ya Mîr Abdaliye ya navçeya Cizîrê ku bi çarenûsa xwe re rû bi rû hatiye hiştin, beri bê restorekirin, hat hilweşandin.  Medreseya Mîr Abdaliye ya dîrokî ku li Taxa Sûrê ya navçeya Cizîr a Şirnexê ye, bı çarenûsa xwe re rû bi rû hatiye hiştin. Medrese li kêleka sûran ji aliyê Emîr Abdullah Îbn Abdullah Îbn Seyfeddîn Botî ve di sala 1437'an de hatiye çêkirin. Li aliyê rojhilatê medreseyê ku mescîd, tirbe, hucreya medreseyê, yekîneya têketina hewşê û îwan heye, tirba Mem û Zînê lê ye.    Dîwarê deriyê têketinê yê li aliyê ber Taxa Sûrê ku nehat restorekirin hilweşiya.    Medreseya dîrokî ya ku bi Wezareta Karên Diyanetê û Weqfa Diyanetê ya Tirkiyeyê ve girêdayî ye tevî ku beriya niha gelek caran hatiye rewşa wê hatiye ragihandin jî nehatiye restorekirin. Yekane tedbîrên ewlehiyê yên li derdora medreseyê hatine girtin ew bû ku şerîdeke sembolîk hatibû danîn. Li ber deriyê medreseyê lewheye "Ji ber arizeyê girtiye" hatibû danîn.   Medreseya ku her roj ji aliyê bi sedan kesî ve dihat ziyaretkirin, niha bi çarenûsa xwe re rû bi rû hatiye hiştin. Zarokek berpirsiyarê ewlehiya medreseyê ye. Kesê ku me pê re hevdîtin kir, diyar kir ku wan beriya niha ji bo restorekirinê qeymeqamtî û weqfê agahdar kiriye, lê qeymeqamtiyê ji wan re gotiye "Tiştekî ku em bikin tune, hilweşe jî em ne berpirsyar in."