Hewldana Edaletê ya li Dijî Tecrîdê: Mercên azadiyê yên Abdullah Ocalan pêk bînin 2025-01-16 11:29:43   ENQERE - Hewldana Edaletê ya li Dijî Tecrîdê ku xebatên xwe bi dawî kir, ev bang li muxalefetê kir: “Em muxalefetê vedixwînin têkoşîna demokrasiyê ya ji bo mercên tenduristî, ewlehî û azadiyê yên Abdullah Ocalan.”   Hewldana Edaletê ya li Dijî Tecrîdê têkildarî xebatên xwe yên ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand.    Hewldanê, bi bîr xist ku wan di 5’ê Îlona 2024’an li Amedê bi daxuyaniyekê dest bi xebatên xwe kiribûn û ev tişt hatin gotin: “Armanca Hewldana Edaletê ew bû ku rewşa birêz Abdullah Ocalan û birêz Hamîlî Yildirim, birêz Omer Hayrî Konar û birêz Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Girava Îmraliyê tên ragirtin û zêdetirî 43 meh in di rewşa agahînegirtina mutleq de tên ragirtin, bikin rojev û tecrîdê bi dawî bike. Di vê çarçoveyê de xebatên xwe yên demkî meşand. Hewldana Edaletê, ji hêla komeke parastvanên mafan û aktîvîstan ve bi înîsiyatîfên şexsî hate avakirin. Hewldana Edaletê, di xebatên xwe de rapora Buroya Hiqûqê ya Asrinê ya têkildarî Girtîgeha Girava Îmraliyê de bi kar anî. Wergera raporê ya bi zimanê ingilîzî jî hatiye kirin.    Hewldana Edaletê, xebatên xwe li Enqere, Amed û Stenbolê kir. Li Enqereyê bi mîsyona dîplomatîk re hevdîtin kir, bi partiyên siyasî û kesên di pêvajoya çareseriyê yên berê de peywireke girîng li xwe girtibûn re hevdîtin kir û cara ewil tecrîda ku ewqas dirêj (43 meh) ajotî bi her alî ve vegot. Hewldana Edaletê li Amedê bi taybet jî bi rêxistinên civaka sivîl re hevdîtin kir û got ku bi qasî binpêkirineke mafên mirovan a giran, aliyê ziyana dide aştiya civakî jî vegot. Hewldana Aştiyê di hevdîtinên xwe yên li Stenbolê de jî ji bo raya giştî ji mijara tecrîdê bêhtir bê haydarkirin, hewl da.”    ‘OCALAN SERMUZAKEREVAN E’    Bi domdarî hate gotin ku Hewldana Edaletê ji bo bidawîkirina rewşa agahînegirtina mutleq, ji bo rakirina tecrîdê hevdîtin kirine û wiha hate gotin: “Di hevdîtinan de hate gotin ku ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd muxatabê herî girîng birêz Ocalan e, Ocalan sermuzkarevan e û girîng e tecrîd were rakirin.”   Hewldanê Edaletê, destnîşan kir ku hem Tifaqa Cumhur hem jî partiyên muxalefetê tecrîda li Girtîgeha îmraliyê qebûl kirine, hevdîtin li Îmraliyê hatine kirin û bi vê yekê re qismekî xebatên wan gihiştine armanca xwe lewma Hewldana Edaletê xebatên xwe bi dawî dike. Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Tecrîda li Girava îmraliyê didome û hem îktîdar hem jî muxalefetê fêm kir ku di çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd de muxatabê esasî birêz Ocalan e û birêz Ocalan sermuzakerevan e. Tişta ku divê niha were kirin ew e ku muxalefeta siyasî û civakî bi giştî ji bo bidawîkirina tecrîda li îmraliyê, ji bo şert û mercên tenduristî, ewlehî û azadiyê yên birêz Ocalan têkoşîneke hevpar bimeşînin. Em xebata xwe bi dawî dikin lê em ê têkoşîna xwe ya ji bo mafên mirovan, aştî û edaletê bibiryar bidomînin.”