Pervîn Buldan: Ocalan dê ji bo jinan bangekî taybet bike 2025-01-16 12:36:25 ENQERE - Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan beşdarî bernameya JIN TV’yê bû û got ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dê di hevdîtina duyemîn de ji bo jinan bangekî taybet bike.  Endama Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan li ser telefonê beşdarî bernameya JIN TV’yê bû. Pervîn Buldan, têkildarî hevdîtina di 28’ê Kanûnê de bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re kirin axivî û got ku hevdîtinên heyî nayê wateya pêvajoyekê.    ‘PÊVAJOYEKE GIRÎNG E’   Pervîn Buldan, wiha got: “Em di pêvajoyeke girîng de ne. Rast nîne ku mirov van hevdîtinan weke pêvajoyekê binav bike. Dikarim bibêjim, hewldanek heye. Weke ku hûn jî pê dizanin, di 28’ê Kanûnê de em tevî Sirri Sureyya Onder çûn Girava Îmraliyê û me bi birêz Ocalan re biqasî 3 saetan hevdîtin kir. Mijarên esasî yên hevdîtinê jî me hem bi daxuyaniyên xwe hem jî di hevpeyvînên xwe de hewl da vebêjin.    OCALAN REXNEYAN GIRÎNG DIBÎNE   Belê, ev lêgerîneke. Birêz Ocalan got; ‘Heke ev meseleye were çareserkirin, divê li Meclisê were çareserkirin û bi qanûnên tên çêkirin re piştgirî were dayin.’ Lê beriya vê, dixwaze nêzikatî, nêrîn û rexneyên serokên giştî yên partiyên siyasî ku komên wan li Meclisê hene mereq dike. Dibêje ku ev rexne û pêşniyar girîng in. Lewma jî me demekî kin piştî hevdîtinê dest bi hevdîtinan kir û hema hema ev hevdîtin temam bûn. Me bi serokên giştî yên partiyên siyasî re hevdîtin kir. Her wiha me bi hevalên xwe yên girtî re jî hevdîtin kir. Me bi birêz Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê re hevdîtin kirin. Em ê encamên van hevdîtinan di roja Înê de bi raya giştî re parve bikin. Ji bo ev bi zelalî û eşkereyî bidome, em hinek hesas nêz dibin. Em ê van bi raya giştî re parve bikin lê îxtîmaleke mezin e em ê cara duyemîn biçin serdana Girava Îmraliyê.    EM LI BENDA HEVDÎTINA DUYEMÎN IN    Wezîrê Dadê daxuyanî da û got ku ji ber serlêdan nehatiye kirin ev mijar nehatiye nirxandin. Heta ew nebêjin serlêdanê bikin em nikarin bikin ji ber ku dîrok diyar nîne. Heta dîrok diyar nebe tu wateya serlêdanê jî namîne. Bi rêya we ez dixwazim vê bangê jî bikim; em li bendê ne ku di demekî herî nêz de cara duyemîn biçin Girava Îmraliyê û hevdîtinê bikin. Ji ber ku hem bendewariyeke wiha ya raya giştî heye hem jî ya me heye. Lê wekî ku min anî ziman, navê vê demê, navê van hevdîtinan pêvajo nîne. Belkî mirov weke lêgerîna rêyekê, lêgerînek pênase bike dê baştir be.    DI NÊZIKATIYA LI DIJÎ PÊVAJOYÊ DE HINEK PIRGIRÊK HENE    Ji bo hevdîtinê bi birêz Ocalan re de dikarim bibêjim; ji bo mesele bi rêbazên demokratîk were çareserkirin û ji bo pêvajoyeke aştiyê, xwişk-biratî û demokratîkbûnê dest pê bike, got ku ew bibiryar e. Lê wekî we jî got; heke îktîdar di vê mijarê de bibiryar jî be, di mijara zimanê bi kar tînin, meseleya şêwazê û nêzikatiya li dijî pêvajoyê de hêj pirsgirêk hene. Divê mirov bibêje ku îktîdar hêj jî di vê meseleyê de zelal nîne. Lê li hêla din ew bi xwe jî bi nêzikatiya birêz Ocalan dizanin. Ew jî dizanin ka çawa li meseleyê dinêre. Hem di hevdîtinê de hem jî di peyamên xwe de got ku ew bibiryar e û xwedî seknekî zelal e. Ez nizanim dê hevdîtina duyemîn kengî çêbibe lê piştî vê hevdîtinê divê her du alî jî hesasiyetên xwe berçav bigirin. Her kesî aliyên xwe yên hesas hene. Çiqas tiştên hesas ên îktîdarê hebin, ewqas aliyên hesas ên gelê Kurd jî hene. Lewma hewceye di van mijaran de her kes hişyar be, ji bo pêvajo baş derbas bibe divê her kes di mijarên wiha de hişyar tevbigere. Li gorî min ev mijar girîng e.    DÊ BANGEKÎ TAYBET A OCALAN JI BO JINAN HEBE    Hewceye her du alî jî bi baldarî nêz bibin. Ev yek hem ji bo birêz Ocalan hem jî ji bo îktîdarê derbasdar e. Ji ber ku piştî hevdîtinên duyemîn û sêyemîn em nizanin dê çi bibe. Qala bangawaziyekê tê kirin, birêz Ocalan bi xwe jî ev yek got. Em ê bibînin ka dê ev bang çawa deng vede, dê çiqas cihê xwe bibîne, em tevek dê bi hev re vê pêvajoyê jinêzve bişopînin. Ez niha ji bo televîzyoneke ku dengê jinaye re diaxivim; qet nebe vê bibêjim. Birêz Ocalan dê di hevdîtina duyemîn de bangekî taybet ji bo jinan bike. Ji ber ku dema min di hevdîtina ewil de silavên taybet ên tevgera me ya jinan û ciwanan li birêz Ocalan kir. Got ku dê di hevdîtina duyemîn de bangekî taybet ji bo jinan û ciwanan bike. Min xwest bi rêya JIN TV’yê vê agahiyê jî parve bikim.    BÊGUMAN EM BIHÊVÎ NE   Bêguman em bihêvî ne. Qet nebe di vê pêvajoyê de her du alî jî bibiryar xuya dikin. Mirov dikare bibêje ji her du aliyan ve jî rewş wiha ye. Lê divê mirov van pirsgirêkan deyne aliyekî. Pêvajo rast e lê di heman demê de di serî de gelê Kurd, hêvî dikim ku ji bo gelên Tirkiyeyê aştî, demokrasî û azadiyan bi xwe re bîne. Di demekê ku çav û guhê her kesî li ser vê meseleyê de, di serdemeke ku divê her kes destê xwe deyne bin kevir de, di demekê ku bala her kesî li ser vê meseleyê de ku rewşekî erênî heye, hêvîdarim piştî hevdîtinên duyemîn û sêyemîn bibe wesîleya aştiyeke birûmet û xwişk-biratiyê. Bila di vê mijarê de gumana kesekî tune be; bi tu awayî bazarî nayê kirin. Bi tu aliyan re bazarî nayê kirin. Bêguman bi baldarî nêzî hesasiyetên gelê Kurd dibin. Her wiha daxwazên jin û ciwanan esas tên girtin. Em jî di çarçoveya van hesasiyetan de nêzî mijarê dibin.”