Li mêrgan kanên xîzî tên çêkirin 2025-01-17 09:06:51 ÊLIH - Birayên hev Hasan û Hakan Ataş ên li ber Çemê Dîcleyê ewlekariyê dikin, diyar kirin ku ji ber kanên xîzî mêrg nemane.  Li Êlihê koçerên ku bi sewalkariyê re mijûl dibûn, ji ber mesrefan zehmetiyê dikişînin. Di sala nû de fiyetê derman, êm, ka, ceh û kapekê jî biha bûn. Li gel vê her diçe mêrg jî ku heywan lê diçirên kêm dibin. Koçerên ku li ber Çemê Dîcleyê konên xwe vedidin saloqat heywanên xwe li vê herêmê diçêrînin, lê belê ji ber ocaxên qûmê êdî nikarin li van deran bimînin.    JI ZAROKATIYA XWE VE SEWALKARIYÊ DIKE   Hasan Ataş (40) ê ku ji zarokatiya xwe ve bi sewalkariyê re mijûl dibe, diyar kir ku hewl tê dayîn bi awayekî sîstematîk sewalkarî bê qedandin. Ataş anî ziman ku sewalkarî awayekî jiyanê ye û got ku zivistanê saet di 6'ê sibê de dest bi karê xwe dikin û heta derengiya şevê dixebitin. Ataş bilêv kir ku di mehên bihar û havînê de 24 saetan li deştê ne û wiha got: “Hûn 24 saetan wextê xwe didin, lê ji ber bihabûnê ne kêf û ne jî qezenc namîne. Heqê 10 heywanan bi zorê fiyetê tonek êm dike. Dermanê heywanekê 2 hezar TL ye. Ji bilî xwedîkirina sewalan tu alternatîfa me nîn e."   ‘QADÊN HEYWANAN TÊN TUNEKIRIN'   Ataş diyar kir ku Êlih bajarê koçeriyê bû, lê bi betonkirinê re koçertî bi dawî bûye û wiha got: “Em wekî sê bira 12 sal in li Çemê Dîcleyê sewalkariyê dikin. Lêbelê li vir her tim kanên xîzî tên vekirin. Qada çêrê ya heywanan dikin qurbana xîzî. Di van du salên dawî de gelek kanên hatin vekirin. Jixwe bajar bûye bajarekî beton. Li ser sewalkariyê di her warî de zext heye. Çandinî û sewalkarî rasterast li gorî hev in. Li vir jî li ser çandiniyê zexteke giran heye. Cotkar di bin zêdebûna bihayan de perçiqîne."    WEKÎ DIN TU ALTERNATÎFEKE WAN TUNE YE   Ataş anî ziman ku ji bilî sewalkariyê tu alternatîfeke wan nîn e û got: “Eger 150 sewalên we hebin, lêçûna salane digihêje 200 hezar TL’yî. Di nav de derman, xwarin, ceh û gelek lêçûnên din hene. Wekî din, em ji bo cihê xwe yê niha em lê ne heqê kirê didin. Ger em gavekê bavêjin em pereyan didin. Niha dema em heywanan dibin cihekî din dewlet dibêje divê em wan bi wesayîtan bibin, nexwe dê ceza bidin. Divê em erebeyekê kirê bikin û bigirin, bi hezaran TL xerc bikin. Bi ser de jî nexweşî di nav heywanan de çêdibin. Di hefteyekê de 7 sewalên me mirin. Di zivistanê de em nikarin şîr û tiştên din hilberînin."   Hakan Ataş (38) destnîşan kir ku heywan di zivistanê de piraniya dema xwe di axuran de derbas dikin û got ku di vê heyamê de tu debara wan tune. Ataş anî ziman ku koçerî karekî zehmet e û got ku ew wekî malbat bi vî karî re mijûl in. Ataş diyar kir ku bihayê ka, derman, ceh û gelek tiştên din zêde bûye û wiha got: “Em zehmetiyê dikişînin, lê dîs ajî em dest ji sewalkariyê bernadin. Me berê dest jê berdsa, lê dîsa em hatin me û koçertiya xwe domand. Em li vir 3 malbat heywanan xwedî dikin. Lê ocaxa qûmê ya li vir em qedandin."   MA / Fethî Balaman