‘Dê têkoşîna me ya li dijî xespkirina îradeyê bidome’ 2025-01-17 14:18:33 MÊRSÎN - Di çalakiya li pêşiya Şaredariya Akdenîzê de tayînkirina qeyûm hate protestokirin û wiha hate gotin: “Dê têkoşîna me ya li hemberî xespkirina îradeyê bidome. Ew ê biçin lê em mayinde ne.”  Çalakiya nobetê ya li pêşiya Şaredariya Akdenîzê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin, di roja 8’an de didome. Bi beşdariya Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Alî Kenanoglû, Hevberdevkê Partiya Çep a Keskê Ahmet Asena, Hevserokê Giştî yê Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan (DAD) Zeynel Kete, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Oznûr Bartin, Mahmut Dîndar, Perîhan Koca û Alî Bozan û nûnerên rêxistinên civaka sivîl, li pêşiya avahiya şaredariyê ya ji hêla polîsan ve hatiye dorpêçkirin, daxuyanî hate dayin.    Hevserokê DEM Partiyê yê Akdenîzê Nizar Esen bi gotina “Rewatiya te ji ku tê?” bertek nîşanî qeyûm da. Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrsînê Bedriye Kuş jî peyama Hevşaredar Nûriye Aslan û Hoşyar Sariyildiz xwend. Peyam, bi çepik û tililiyan hatin pêşwazîkirin.    'DÊ TÊKOŞÎNA ME BIDOME’   Hevşaredaran di peyama xwe de diyar kirin ku muxalefetê di dema xwe de seknekî xurt li dijî qeyûman raber nekir û vê jî kir ku xeleka demokrasiyê hîn tengtir bibe. Hevşaredaran got ku bêdengiya li dijî bêedaletiya qeyûman şirîkatiya zilma îktîdarê ye û wiha gotin: “Li dijî vê zilmê em banga têkoşîna hevpar li hemû kesî dikin. Em hemû hewldanên ji bo rewakirina qeyûman tên avêtin red dikin. Em di wê baweriyê de ne ku dê xelkê Mêrsînê jî tu caran qeyûman qebûl neke. Dê têkoşîna me ya ji bo pêşerojeke bêhtir adil û azad  bidome.”   'EM ÎSTÎFA DIKIN’   Serokê Konseya Bajar a Akdenîzê Prof. Dr. Atîlla Guney jî anî ziman ku ew girtina hevşaredaran û tayînkirina qeyûm qebûl nakin û ji Konseya Bajar a Akdenîzê îstîfa dikin. Guney, qeyûm weke xespkirina îradeyê pênase kir. Li ser navê Meclisa Jinan a Konseya Bajar a Akdenîzê Zubeyde Sadirli Akpinar jî diyar kir ku sepana qeyûm derbeyeke li dijî hemû destkeftiyên jina ye.    'DÊ TÊKOŞÎNA ME BIDOME’   Hevserokê Giştî yê DAD’ê Zeynel Kete jî anî ziman ku ew qeyûm qebûl nakin û li dijî qeyûman banga têkoşîna avakirina siyaseta demokratîk kir. Li ser navê Federasyona Elewî Bektaşî jî Alî Ozveren axivî û got ku ew xespkirina îradeya gel qebûl nakin. Hevberdevkê Partiya Çepa Kesk Ahmet Asena jî got ku heta aştî, azadî û edalet tê dê têkoşîna xwe bidomînin.    'EM Ê BIPARÊZIN’   Hevberdevkê HDK’ê Alî Kenanoglû jî bi lêv kir ku zîhniyeta qeyûm veguheriye şêwazekî rêvebirinê û axaftina xwe wiha qedand: “Tevî gefa qeyûm jî gel şaredarî bi dest xist. Muxalefetê heta bi serê wan nehatî fêmnekirin ku qeyûm şêwazekî rêvebirinê ye. Em ê her tim aştiyê, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd biparêzin. Yên ku pêvajoya ji 1’ê Cotmehê ve dest pê kirî sabote dikin, ev zîhniyeta qeyûman tayîn dike ye. Em ê aştiyê tenê ji bo înîsiyatîfa îktîdarê nehêlin. Me kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ da destpêkirin. Em ê li her derê pêkvejiyanê biparêzin. Tevî wan jî em ê biparêzin.  Ji ber ku ew ê biçin lê em mayinde ne.”