ROJEVA 19’Ê ÇILEYA 2025’AN 2025-01-19 09:00:20   * Sekreterê Şaxa OHD’a Amedê Omer Saman diyar kir ku ji bo Abdullah Ocalan rola xwe ya di çareseriya pirsgirêka Kurd de bilîze divê şert û mercên wî bên amadekirin û wiha got: “Anku divê tecrîda mutleq veguhere azadiyê.”    * Malbata Kabaîş têkildarî mirina keça xwe Rojîn Kabaîşê îfade de dozgerê nû hatiye peywirdarkirin. Malbatê xwest ku biryara nepeniyê ya li ser dosyayê were rakirin û faîl bên dîtin.    * Şaxa Hejmar 3 a Egîtîm Sen a Amedê ji bo bîranîna Narîn Guranê dê bi dirûşma “Çîroka her kesî heye” pêşbirka çîrokan li dar bixe.    * Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş dê tev li kongreya DEM Partiyê ya l Esenyurt a Stenbolê bibe. (10.00)   * Cenazeyê bavê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Alî Bakirhan dê li Qersê bê definkirin. (12.00)   * Li navçeya Cizîr a Şirnexê û Semsûrê dê êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter ên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bên protestokirin. (12.00-16.00)   *Kedkarê Çapemeniya Azad Orhan Karaagir dê li Wanê ser gora xwe bê bibîranîn. (13.00)   * Çalakiya nobetê ya li pêşiya Şaredariya Akdenîzê hatiye destpêkirin dê bidome. (13.00)