Ayşegul Devecîoglû: Pirsgirêk bi qasî ku tenê girêdayî berdana çekan neyê kirin cidî ye 2025-01-19 11:03:38 STENBOL - Nivîskar Ayşegul Devecîoglû diyar kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd biqasî tenê girêdayî “berdana çekan” neyê kirin girîng û cidî ye û wiha got: “Ji bo aştî û demokrasiya mayinde divê gav bên avêtin.”  Nîqaşên li ser hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ya bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, peyamên piştî hevdîtinê û hevdîtinên bi partiyên siyasî re didomin. Nivîskar Ayşegul Devecîoglû ku yek ji îmzevanên aştiyê bû, diyar kir ku peyamên Abdullah Ocalan girîng in û divê her kesên wekhevî, edalet û demokrasiyê dixwazin li xwe berpirsyartiyê bigirin.    Ayşegul Devecîoglû, diyar kir ku di şer de herî zêde zirar gihiştiye Kurdan û wiha got: “Du sedem hene ku dewlet neçarî van hevdîtinan bû. Ya yekemîn; îktîdar tengijî ye, nerazîbûna civakê didome û tevî bêderfetiyan jî li ber xwe dide. Ji ber ku ji sedî 60’ê civakê aştiyê dixwaze. Ya duyemîn jî; pêvajoya dîzaynkirina Rojhilata Navîn e. Tirkiye dixwaze Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tune bike. Dixwaze cihê çete lê bicih kiriye girêdayî xwe bike. Ji destpêkê ve dixwaze herêma Rojava tune bike.”   'MESELE BIQASÎ TENÊ GIRÊDAYÎ ÇEKBERDANÊ NEBE CIDÎ YE’    Bi domdarî Ayşegul Devecîoglû li dijî nîqaşên tenê di çarçoveya “berdana çekan” tên kirin derket û ev tişt anî ziman: “Divê cidî nêzî pirsgirêkê bibin. Pirsgirêka Kurd, biqasî tenê girêdayî çekberdanê neyê kirin girîng û cidî ye. Heke tenê girêdayî çekberdanê bikin ev tê wê wateyê ku îktîdar dixwaze çareseriyê ji bo dirêjkirina temenê xwe û xeyalên xwe yên emperyal ên Rojava pêk bîne bi kar tîne. Li hemberî hêzeke li Rojava bi hêza baweriyê têdikoşe, garaneke talanker a ku tu pereyan bidî wan dikarin li cihekê din şer bikin hene. Rojava, îdealeke nû, lêgerîneke jiyana nû ye. Û li cîhanê îtîbara wê heye. Ev bi kêrî serdestan nayê lewma êriş dibin ser. Li şûna gotinên çekberdanê, divê gavên baweriyê çêdikin bên avêtin. Gava ewil a her pêvajoya aştiyê, agirbest e. Lê berfirehkirina maf û azadiyan, berdana girtiyan, paşvekişandina qeyûman dikare bibin gava ewil. Nabe ku hevdîtinên ji bo çareseriyê tenê girêdayî berdana çekan bên kirin. Li hemû cîhanê ji ewil gavên pêbawer tên avêtin. Guherînên di Destûra Bingehîn û qanûnan de, naskirina mafan û temînata qanûnî. Zîhniyeta ku pirsgirêka zimanê dayikê, pirsgirêka xwe birêvebirinê, pirsgirêka demokrasiya herêmî, hemwelatiya wekhev û hwd. tune dihesibîne, jixwe feraseta neçareseriyê bi xwe ye.”    'MA EM Ê FELAKETA KURDAN JIYAYÎ NEBÎNIN?’    Ayşegul Devecîoglû, anî ziman ku divê hevdîtin civakî bibin û wiha pê de çû: “Îktîdar dixwaze hevdîtinan di nava şertên nedemokratîk de, neşefaf û tenê bi lîderên siyasî re bimeşîne. Weke civak divê em jê re bibêjin; nexêr keko li vî welatî nêzî 50 hezar kes di vî şerî de mirin. Weke lîderê CHP’ê gotî ev ne tenê dayikên şehîdan e. Li vî welatî Kurdên hatine kuştin, yên li mala xwe bi zindî hatine şewitandin, yên zarokên wan avêtin nava agir û şewitandin hene. Heke hûn vê nebînin û tenê balê bikişînin ser malbatên şehîdan, wê demê ev xelet e. Heke em qala aştiyeke civakî bikin, ma em ê felaketa bi serê Kurdan hatiye, êşa Kurdan, komkujiyên li dijî wan hatine kirin nebînin? Yanî aştiyeke wiha nabe. Em, ji bo aştiyê civakî bikin dê hewl bidin. Ev ne meseleya AKP-MHP’ê ye. Heta ya Kurdan jî. Ev meseleyekî tevahiya civakê ye.”    'ABDULLAH OCALAN QADA BIZAVÊ AFIRAND’   Bi domdarî Ayşegul Devecîoglû daxuyand ku berpirsyartî dikeve ser milê her kesên daxwaza aştiyê dikin û ev nirxandin kir: “Heke em aştiyê bixwazin divê wê demê em vê pirsê bikin; gelo em dixwazin bi hev re bijîn an na? Heke em aştiyê bixwazin, wê demê ji bo aştî û demokrasiyê divê tişta ji dest tê em bikin. Abdullah Ocalan weke rêberê gelê Kurd gavekî pir girîng avêt. Qala demokrasiyê kir. Got ku divê çareseriyê girêdayî berdana çekan nekin û bal kişand ser Meclisê. Bi vê yekê re hem ji Meclisê re hem hem ji civaka demokratîk re hem jî ji aştîxwazan re qada bizavê afirand. Li gorî min divê em bi qedrê vê bizanin.”   'EM HENE EM AŞTIYÊ DIXWAZIN’   Ayşegul Devecîoglû, bi bîr xist ku weke rewşenbîr û nivîskaran di 14’ê Kanûnê de li Stenbolê hatine gel hev û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bang kirine ku gavên aştî û demokrasiyê bên avêtin. Ayşegul Devecîoglû, wiha domand: “Me xwest deriyekî vekin. Em hene û em aştiyê dixwazin. Muxatabê ve ne tenê Kurd, em jî ne. Me du tiştên girîng got. Ya yekemîn me got ku dema hûn êrişî Kurdên li Rojava dikin hûn nikarin li vir aştiyê bikin. Me ji bo hemû gelên Sûriyeyê aştî xwest. Divê em ji bo hemû gelên Tirkiyeyê aştiyê bixwazin.”    'DIVÊ EM BI HEV RE BIBÊJIN BES E’   Ayşegul Devecîoglû, daxuyand ku çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd bi hemwelatiya wekhev, perwerdeya bi zimanê dayikê û hwd. mimkûn e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li gel vê, divê çareserî jî civakî bibe. Sedema xizanî û birçîtiya îro ew e ku bûdçeya me ji bo xwedîkirina çeteyan, şer, operasyon û hwd. tê bikaranîn. Di vê rewşê de divê em bi hev re bibêjin bes e. Li hêla din tecrîda li ser Ocalan didome. Divê şert û mercên xebat û azadiyê yên sermuzakerevanê gelê xwe bên amadekirin. Ev şert û merc jî yên azadiyê ne. Divê tecrîd teqez rabe. Ev gavên girîng in.”    'PLANA ME EW E KU LI MECLISÊ HEVDÎTINAN BIKIN’    Ayşegul Devecîoglû, bal kişand ser bangawaziya Abdullah Ocalan ku dixwest hemû derdor tev li pêvajoyê bibin û wiha got: “Em pir di ferqa qedrê vê bangê de ne. Beriya vê bangê jî me civîna xwe ya ewil li Meclisê kir. Anku em rewşenbîr û aştîxwaz muxatabê vê pêvajoyê ne. Bila ev pêvajo li pişt deriyên girtî nedome. Bila tevahiya civakê tev li bibe. Bila li Meclisê komîsyon bê avakirin, temînata qanûnî hebe. Di dema pêvajoya aştiyê ya yekemîn de Abdullah Ocalan ev yek gotibû û niha derket holê bê çiqas mafdar e. Em plan dikin ku bi serokê Meclisê û çendek partiyên siyasî re hevdîtinan bikin. Em dixwazin bi şandeya aştiyê re hevdîtinê bikin, erka wan pir binirx e. Em dixwazin li wan guhdarî bikin. Em dixwazin weke mûxatab li wir bin.”    'DIVÊ CHP YEK JI AKTORÊN SEREKE BE’   Ayşegul Devecîoglû, got ku pêvajo ne pêvajoyeke wisa ye ku mirov ji dûr ve temaşe bike û axaftina xwe wiha qedand: “Li gorî min tevlinebûna pêvajoyeke wiha, lidervemayina polîtîkayê ye. Anku divê aktorên siyasî tev li bibin û înîsiyatîfê ji destê îktîdarê derxînin. Divê ji ewil CHP ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi pêşniyarên demokrasî, aştiyeke birûmet û adilane derkeve pêş. Divê bibe aktora sereke ya pêvajoyê. Abdullah Ocalan jî hinek wisa dibêje; ‘Bila her kes bibe aktor.’ Ji ber ku heke em tiştekî bikin dê bibe nexwe dê kes diyarî neke. Berpirsyartî dikeve ser milê hemû welatiyan. Banga min ji bo tevan ew e ku her kes tev li bibe. Bi fikir, hêza xwe bila tev li bibin da ku aştî û demokrasî bibe.”    MA / Esra Solîn Dal