Li Semsûr û Şirnexê çalakiya nobetê: Bêyî Rojava çareserî nabe 2025-01-19 16:36:22   SEMSÛR / ŞIRNEX - Di çalakiyên nobetê yên li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Semsûr û Şirnexê hatin lidarxistin de ev peyam hate dayin: “Bêyî Rojava çareserî çênabe.”    Li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi pêşengtiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) bajar bi bajar çalakiya nobetê hatibû destpêkirin. Çalakiya nobetê îro li Semsûr û Şirnexê berdewam kir.    Ji ber erdhejê, DEM Partî xebatên xwe li konteynirê didomîne û çalakiya nobetê li pêşiya DEM Partiyê hate domandin. Nûnerên rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên Semsûr û Mereşê û navçeyên wan, parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Oduncu, aktîvîstên TJA’yê, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê û gelek welatî tev li bûn. Welatiyên di saetên zû yên serê sibehê de hatin pêşiya partiyê, nobet dan destpêkirin. Parlamenter Zeynep Oduncu di çalakiyê de axivî û got ku xelkên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rastî komkujiyan tên. Zeynep Oduncu, anî ziman ku Şoreşa Rojava bi têkoşîna gelan hatiye lidarxistin û jiyaneke nû hatiye avakirin.    Di çalakiyê de welatiyan gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Di saetên pêş de daxuyanî hate dayin. Hevserokê DEM Partiyê yê Semsûrê Huseyîn Coşkun di daxuyaniyê de axivî û got ku piştî rêveberiya Sûriyeyê ketî destê HTŞ’ê, ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nediyariyek û fikar çêbûne. Coşkun, wiha domand: “Bi roja ye komên cîhadpereset bênavber êriş dikin. Ev êriş jî fikarên gel rast derdixînin.”    Coşkun, bal kişand ser polîtîkayên êrişkar ên îktîdarê û axaftina xwe wiha domand: “Gelê me di nava krîzeke aboriyê ya mezin de ye. Rojeva gel Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîne. Lê mudaxilî şerê navxweyî yê Sûriyeyê bûn, hêj jî bi hezaran leşker li wir bicih kirine. Ev yek nîşan dide ku Tirkiye nêzikatiya xwe ya ewlehiyê ya li dijî siyaseta Kurd pêş xistî, dê li tevahiya Rojhilata Navîn bidomîne. Polîtîkayên ewlehîparêz tu caran ji pirsgirêkên gel re nebûn bersiv. Tenê bi xwe re xwîn û hêsir anî. Pirsgirêka li Sûriyeyê dikare bi rêyên aştiyane were çareserkirin. Divê di helwesta aştiyê de israrek hebe. Em, çalakiya nobetê silav dikin û dibêjin ku em bi gelê Kobanê re ne. Me duh li dijî terora DAIŞ’ê çawa piştevanî dabe, em îro jî soz didin ku dê îro jî li dijî komên  terorê yên ji çar aliyên cîhanê hatine komkirin, Kobanê bi tenê nehêlin.”      Nobet bi çepik û dirûşman bi dawî bû.   ŞIRNEX   Li Parka Botaşê ya navçeya Cizîr a Şirnexê jî çalakiya nobetê hat lidarxistin. Nûnerên rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên navçeyê, aktîvîstên TJA’yê, Palamenterên DEM Partiyê yên Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez, Newroz Uysal Aslan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî tev li bûn.    Di nobetê de dirûşmên "Jin, jiyan, azadî" û "Bijî berxwedana Rojava" hatin berzkirin, stran hatin gotin û govend hate gerandin. Parlamenter Mehmet Zekî Îrmez di dîwana di nobetê de hatiye danîn de axivî û wiha got: “Em bangî îktîdara AKP-MHP’ê dikin; heke hûn bixwazin di vê sedsalê de bi biratî û bi awayekî demokratîk bijîn, bi destê aştiyê yê gelê Kurd bigirin. Ev xak bi qasî têra me tevan bike mezin e. Em dikarin bi hev re cîhaneke azad û demokratîk ava bikin. Lê belê îktîdara AKP-MHP’ê ji bo gelê Kurd azad nebe her tiştê ji dest tê dike. Lê bila bizanin ku Kurd ne Kurdên berê ne. Tirk jî ne Tirkên berê ne. Ji ber ku di nava Tirkan de jî yên destê aştiyê dirêj dikin hene. Dê îktîdara AKP-MHP’ê li hemberî têkoşîna me têk biçe.”    'RÊYA XELASIYÊ RÊYA 3’YEMÎN E’    Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Nûrcan Alturk jî wiha got: “Êdî gelên Rojhilata Navîn û Kurdistanê ji xwînê bêzar bûn. Pêdivî bi Rêya 3’yemîn heye. Rizgariya gelan ne bi netewedewletê lê bi Rêya 3’yemîn pêkan e.”   'BÊYÎ ROJAVA ÇARESERÎ NABE’   Parlamenter Newroz Uysal Aslan jî ev tişt anî ziman: “Em li vir dibêjin ku YPG, YPJ û HSD Sûriyeyî ne. Lê ew çete ji Sûriyeyê nînin. Xelkê herêmê li dijî aqilê cîhadperest ji bo jiyana wekhev têdikoşe. Di 11 rojan de li Bendava Tişrînê 11 sivîl hatin qetilkirin. Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn li wir hatin qetilkirin. Xelkê herêmê li dijî êrişan têdikoşe. Statûya Rojava dê statûya Kurdistanê diyar bike. Nîqaşên çareseriyê yên li Tirkiyeyê hatine destpêkirin bêyî Rojava bi ser nakevin. Heke aştî bi ser keve, rêya vê ji Rojava derbas dibe. Heke çareseriyek çêbibe divê êrişên ser Rojava bên bidawîkirin, polîtîkayên qeyûman bi dawî bibin, deriyên Îmraliyê bên vekirin û birêz Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe.”    Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedana Rojava" bi dawî bû.