Gel bertek nîşanî êrîşên li hemberî Tişrînê da: Zilm û aştî bi hev re nabe 2025-01-20 09:49:26   AMED - Welatiyan bertek nîşanî êrîşên li derdora Bendava Tişrînê dan û gotin, "Li aliyekê dixwazin birayên me bikujin, li aliyê din jî aştiyê dixwazin. Gelo aştî bi vî rengî dibe?"   Li derdora bendava Tişrîn a dikeve başûrê bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 8’ê kanûnê vir ve şerên dijwar diqewimin. Tirkiye û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) tevî êrîşên dijwar ên hewayî û bejahî nekarîn li herêma ku bendav lê ye, tu pêşketinan bi dest bixin. Li herêmê hem ji bo ewlehiya bendavê hem jî ji bo bidawîkirina êrîşan bi rojan e li herêmê nobedê digirin.   Welatiyên ku beşdarî kongreya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) a ku duh li navçeya Sûrê ya Amedê hat lidarxistin, bertek nîşanî êrîşên li dijî Bendava Tişrînê dan.   ‘DIVÊ EM BIBIN YEK’   Tûncay Altûg bertek nîşanî êrîşan da û wiha got: "Tirkiye bi salan e zilmê li gelê kurd dike. Li hemberî êrîşan divê em hêza xwe bikin yek, li dijî êrîşan têbikoşin. Gelê Tişrînê li hemberî êrîşan mertal e. Lewma divê çar parçeyên Kurdistanê bibin yek û dengê xwe bilind bikin.”   Omer Ergîn, diyar kir ku li aliyekê nîqaşên ‘çareseriyê’ tên kirin, lê li aliyê din jî êrîş didomin û wiha got: "Hem zilmê li me dikin, hem jî behsa aştiyê dikin. Ma aştiyeke bi vî rengî heye? Em gavên berbiçav dixwazin. Ji bo aştiyê divê gavên şênber bên avêtin, Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan."   ‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN’   Welatiyê bi navê Mehmet Yilmaz, bal kişand ser qetilkirina sivîlên li Tişrînê û wiha got: "Ji aliyekî ve dewlet behsa aştiyê dike, li aliyê din jî mirovan qetil dike. Ev nêzîkatî ne rast e. Mirov dema fikrekê derdixe pêş çavan, divê dilsoz bimînin û li gorî wê tevbigerin.  Ji aliyekî ve birayên me dikujin û mirovan dikujin, li aliyê din behsa aştiyê dikin.  Tiştên ku li Tişrînê diqewimin sûcên mirovahiyê ne û nayên qebûlkirin.  Bila dewlet dev ji êrîşên li ser Tişrînê berde. Tişrîn axa gelên li wir dijîn e, ne axa dewletên din e."   Abdulselam Ergullu bertekên xwe wiha anî ziman: “Divê li cîhanê ti kesê ku îdia dike ku xwedî wijdan e, li hemberî vê qetlîamê bêdeng nemîne.”   ‘TEHAMULÎ KURDAN NAKIN’   Gulbahar Kiliç bertek nîşanî êrîşên li Tişrînê yên li dijî sivîlan da û wiha got: "Yên ku bertek nîşanî qetlîamên Îsraîlê yên li ser gelan didin, çima li hemberî qetlîamên li Rojava bêdeng in? Tehamulî kurdan nakin. Dixwazin kurd tune bibin. Em ê bi ser bikevin. Dîsa çawa ku me berê li Kobanê bi dest xistibû, ji ber vê yekê divê em hemû bibin yek.”