Di 2 hefteyan de 240 kes hatin binçavkirin 2025-01-22 08:47:27 NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Karên Hundir ragihand ku di nava 2 hefteyan de 240 kes hatine binçavkirin.  Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya ragihand ku di nava 2 hefteyan de li 43 bajaran di encama serdegirtinên malan de 240 kes hatine binçavkirin. Hat destnîşankirin ku kesên behsa xeberê bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê”, “Fînansekirina rêxistinê” û “Propagandaya rêxistinê” hatine binçavkirin.