Rewşa girtiyê ku gardiyanan parxan û diranên wî şikandin xerab dibe 2025-01-23 09:02:17 COLEMÊRG - Hat diyarkirin ku rewşa tenduristiyê ya girtiyê bi navê Ahmet Kaya yê ku di êrişa gardiyanan de parxan û diranên wî şikestin, ji ber ku piştî êrişê nehat dermankirin xerab bûye û hestiyên çena wî dihelin.  Ahmet Kaya ku di sala 2014'an de li Colemêrgê bi îdiaya "bêdestûr peydakirina madeyên  xeternak" û "endamtita rêxistinê" hat girtin û 15 sal ceza lê hat birîn, di serdegirtina qawîşê ya li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Wanê de ku di Çileya 2023’an de çêbû, ji aliyê komeke gardiyanan ve rastî êrişê hat û di êrişê de parxan û diranên wî hatin şikandin. Kaya ku 11 sal in girtî ye, piştî êrişê sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 1 a Dûmlû ya Erziromê hat kirin. Xwişka Kaya Kevser Kayayê diyar kir ku birayê wê ji ber îşkenceya 2 sal berê li wî hatiye kirin hê jî bi xwe ve nehatiye.    JI BER KU NEHAT DERMANKIRIN REWŞA WÎ XIRAB BÛYE   Kevser Kayayê diyar kir ku der barê êrişa li hemberî birayê wê de heta niha tu tedbîr nehatine girtin û got ku birayê wê li şûna lêpirsînê were destpêkirin hatiye sirgûnkirin. Kevser Kayayê got: "Piştî îşkenceyê bêhna birayê min diçike, diranên wî nerihet dibin, hestiyên wî dihelin û madeya wî xera dibe. Ev 2 sal in nexweşî her ku diçe girantir dibin. Ji ber tundiya ku li wî hat kirin, bijîşkan gotinye ku parxanên wî yên şikestî baş bibin divê emeliyat bibe. Ji bo emeliyatê jî 250 hezar TL xwestin. Lê ji ber rewşa me ya aborî nebaş e me nikaribû bide û nehat dermankirin."    'NIKARE BÊHNÊ BISTÎNE'   Kevser Kayayê anî ziman ku ji ber ku mafê wî yê tenduristiyê tê binpêkirin rewşa tenduristiya birayê wê roj bi roj xerabtir dibe. Kevser Kayayê got: "Ji ber parxanên xwe nikare bêhnê bistîne. Jib o bêhnê bistîne dermanan bi kar tîne. Di heman îşkenceyê de diranên wî jî hatine şikandin. Ji ber rewşa aborî nikare diranên xwe jî çêke. Ji ber vê jî hestiyên diranên wî dihelin."    'DENGÊ ME BIBIHÎZIN'   Kevser Kayayê diyar kir ku li girtîgehan li dijî hemû girtiyên siyasî zext û muameleya xerab tê kirin û got: "Ji bo dawî li îşkence û binpêkirinên mafan ên li ser girtiyan were, pêwîst e her kes demildest bikeve nava liv û tevgerê. Sedema vê îşkenceyê nayê qebûlkirin. Divê dest ji tundiya fizîkî û derûnî bê berdin. Bila her kes dengê me bibihîze. Em li bendê ne ku her kes ji bo dermankirina birayê min piştgiriyê bide me."   Her wiha Ahmet Kaya di hevdîtina dawî de ji ji malbata xwe re gotiye ku bila şandeyeke were girtîgehê hevdîtinê bi girtiyan re bike.