Dewleta tirk li Ranyayê wesayîtek bombebaran kir:4 sivîl hatin qetilkirin 2025-01-27 16:24:02 NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk li navçeya Ranyayê ya Silêmaniyeyê wesayîtek bombebaran kir. Li gorî agahiyan, 4 welatiyên sivîl ên di wesayîtê de hatin qetilkirin.  Êrişên dewleta tirk ên li ser Herêma Federe ya Kurdistanê berdewam in. Li gorî nûçeya Rojnewsê; dewleta tirk li navçeya Ranyayê ya Silêmaniyeyê wesayîtek bombebaran kir. Li gorî agahiyan; di encama êrişê de 4 welatiyên sivîl hatin qetilkirin.