Di 10 mehan de li 10 şaredariyan qeyûm tayîn kirin 2025-01-29 09:23:32 NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Karên Hundir ji hilbijartinên 31’ê Adarê heta niha 8 jê yên DEM Partiyê li 10 şaredariyan qeyûm tayîn kir.  Êrişên li dijî vîna gel didomin. Piştî hilbijartina rêveberiyên herêmî ya 31’ê Adarê, 8 jê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û 2 jî yên Partiya Gel a Komarê (CHP) bi giştî li 10 şaredariyan qeyûm hate tayînkirin. Piştî hilbijartinan, hewldana ewil a ji bo tayînkirina qeyûm li Wanê çêbû. Îktîdara AKP’ê li hemberî berxwedana gel neçar mabû ku paşvegavê biavêje.    Di 3’yê Hezîranê de li Şaredariya Colemêrgê qeyûm hate tayînkirin. Hevşaredarê Colemêrgê Siddik Akiş hate girtin. Akiş, di 5’ê Hezîranê de hate darizandin û 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Colemêrgê 19 sal û 6 meh cezayê hefsê lê birî.    Şaredarê Esenyurt a Stenbolê Ahmet Ozer ê CHP’î ku bi modêla Lihevkirina Bajar hatibû hilbijartin jî di 30’ê Cotmeha 2024’an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate binçavkirin û girtin. Li şûna Ozer, Cîgirê Waliyê Stenbolê Can Aksoy hate tayînirin.    DARBEYA 4’Ê MIJDARÊ!    Di 4’ê Mijdarê de li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û şaredariyên Êlih û Xelfetî ya Rihayê yên DEM Partiyî qeyûm hate tayînkirin.    Di 22’yê Mijdarê de li Şaredariya Dêrsimê ya DEM Partiyî û Şaredariya Pulurê ya Dêrsimê ya CHP’î qeyûm hate tayînkirin. Di 20’ê Mijdarê de li Hevşaredarê Dêrsimê Cevdet Konak û Şaredarê Pulurê Mûstafa Sarigul 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate birîn. Ev ceza weke hinceta qeyûm hate nîşandan.    Di 29’ê Mijdarê de Hevşaredarê Miksê yê Wanê Ayvaz Hazir ji peywirê hate girtin û li şûna wî qeyûm hate tayînkirin. Bi hinceta dema di sala 2015’an de yekîneyeke şaredariyê daxuyanî dida temaşe kiriye, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” lêpirsîn hatibû vekirin û 3 sal û 11 meh cezayê hefsê hatibû xwestin. Tevî ku lêpirsîn didomiya jî li şûna wî qeyûm hate tayînkirin. DEM Partiyê di 31’ê Adarê de tevahiya 14 şaredarên Wanê bi dest xistibû.    QEYÛM TAYÎNÎ ŞAREDARIYA AKDENÎZÊ KIRIN   Hevşaredarên Akdenîz a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û Nûriya Arslan di 10’ê Çileyê de hatin binçavkirin û hatin girtin. Li şûna wan qeyûm hate tayînkirin.    Danişîna doza Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş ku ji ber xebatên di dema rojnamegeriyê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin, duh li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Dadgehê, 6 sal û 3 meh cezayê hefsê da Sofya Alagaş. Wezareta Karên Hundir piştî cezayê Sofya Alagaşê, li Şaredariya Sêrtê qeyûm tayîn kir.   Ji hilbijartina 31’ê Adarê heta niha li 10 şaredariyan qeyûm hatiye tayînkirin.