Protestoya li Sêrtê didome: Em ê li dijî vê zilmê li ber xwe bidin 2025-01-29 14:46:44 SÊRT - Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş di çalakiya protestokirina qeyûm a li pêşiya Şaredariya Sêrtê de axivî û wiha got: “Me tu caran serî netewand û dê netewînin. Em ê li dijî zilmê li ber xwe bidin.” Waliyê Sêrtê Kemal Kizilkaya li şûna Hevşaredarên Sêrtê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî weke qeyûm hat tayînkirin. Çalakiya protestokirina qeyûm a li pêşiya şaredariyê didome. Welatiyên hatin pêşiya şaredariyê, pankarta “Em ê li dijî xespkirina îradeyê bi berxwedanê biser kevin” bi dîwarê şaredariyê ve daliqandin. Her wiha dovîzên “Em ê bêdeng nebin”, “Em ê li diî xespkirina îradeyê bi berxwedanê biser kevin”, “Jin, jiyan, azadî” hatin danîn. Welatiyan dirûşmên "Bijî berxwedana Sêrtê", "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Qeyûma xespkar” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.    Parlamenterên DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan, Adalet Kaya, Sabahat Erdogan Saritaş, endaên Meclisa Dayikên Aştiyê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) li pêşiya şaredariya dorpêçkirî daxuyanî dan.    'ÎRADEYA GEL TUNE HATE HESIBANDIN’   Parlamenter Bêrîtan Guneş diyar kir ku bi tayînkirina qeyûm re îradeya gel tune hatiye hesibandin û wiha got: “Şaredariyên nekarîn bi hilbijartinê bi dest bixin, bi hîleyan xesp dikin. Bi hiqûqa dijminatiyê nêzî hevşaredarên me dibin û li şûna wan qeyûman tayîn dikin. Hewl didin ji xespa xwe re hincetekê biafirînin. Pergala edaletê di destê wan de mîna pêlîstokê ye. Bixwazin li ku qeyûm tayîn bikin, hincetekê peyda dikin û tayîn dikin. Gelê Kurd tu caran ev xespa îradeyê qebûl nekir û dê qebûl neke jî.”    ‘EM Ê TU CARAN SERÎ NETEWÎNIN’   Bêrîtan Guneş, diyar kir ku dîroka Kurdan dîroka berxwedanê ye û axaftina xwe wiha qedand: “Em ê tu caran serî netewînin. Xelkê Sêrtê dê berteka xwe nîşan bide. Banga me ji bo xelkê Sêrtê yê birûmet ew e ku xwedî li şaredariya xwe derkeve û dengê xwe bilind bike. Krîza aborî, êrişên ser Çapemeniya Azad, êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êrişên îktîdarê yên li ser gelan e. Em ê bi hev re li dijî van êrişan derkevin. Kesên îradeya gel xesp dikin dê weke xespkar di dîrokê de cih bigirin. Ev gelê xwedî li îradeya xwe derdikeve jî dê weke gelê birûmet di dîrokê de cih bigire.”    Berxwedana li pêşiya şaredariyê didome.