Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin 2025-01-29 14:55:04 ÊLIH - Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Sêrtê li Êlihê hatin protestokirin.  Êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Sêrtê li Êlihê hate protestokirin. Bi pêşengtiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li pêşiya avahiya DBP’ê ya bajar daxuyanî hate dayin. Di daxuyaniyê de pankartên “Rojava rûmeta me ye” û “Gel li dijî derbeya qeyûm li ber xwe dide” hatin hilgirtin.    Hevseroka DEM Partiyê ya Êlihê Songul Korkmaz anî ziman ku xelkê li Tişrînê xwedî li ax û ava xwe derdikeve rastî êrişan tê û di êrişan de şanoger, rojnameger û sivîl tên qetilkirin. Songul Korkmaz, diyar kir ku ew ê van êrişan qebûl nekin û got: “Em ê her tim xwedî li Rojava derkevin.”    'EM Ê QEYÛM NAS NEKIN’   Songul Korkmaz, bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Sêrtê da û ev tişt anî ziman: “Îro careke din li îradeya gel qeyûm hate tayînkirin. Em ê van bêhiqûqiyan nas nekin. Divê her kes xwedî li îradeya sindoqê derkeve. Li rexekî destê aştiyê dirêj dikin li rexa din jî êrişan dikin. Em ê qeyûm nas nekin.”    Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk jî destnîşan kir ku lêgerînên wan ên ji bo aştiyê didomin. Tekîk, êrişên ser xelkê sivîl ên li Tişrînê bi bîr xist û wiha got: “Divê ev êriş me tevan biêşînin. Divê em jidil û can li dijî van derkevin. Em êrişên li Tişrînê û deverên din protesto dikin.”    Tekîk, bertek nîşanî tayînkirina qeyûm jî da û wiha got: “AKP a ku bi gotina ‘bes e, gotin a gel e’ bûbû îktîdar, derbeyê li dijî vîna gel dike. Me di 12’ê Îlonê de dît ka derbe çawa tê kirin. Çima her tiştên we lanet kirine dikin?”    Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Di çalakiyê de dirûşma “Berxwedan jiyan e qeyûm talan e” hate berzkirin.