Tulay Hatîmogûllari: Qeyûm, derbeya siyasî ye 2025-01-29 16:36:09 STENBOL - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li Stenbolê di panelekê de axivî û tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Sêrtê weke “derbeya siyasî” nirxand.  Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li eywaneke li semta Okmeydaniyê ya Stenbolê panela “Di Dorpêça Şer de Şoreşa Jinê: Jin li Rojava Jiyaneke Nû Ava Dikin” li dar xist. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû û gelek jin tev li panelê bûn. Li eywana panelê wêneyên wêraniya êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibûn daliqandin.    Tulay Hatîmogûllari di destpêka panelê de axivî û bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Sêrtê da. Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku tayînkirina qeyûm nenaskirina vîna gel e û wiha got: “Qeyûm, derbeya siyasî ye. Derbeya li dijî îradeya gel e, binpêkirina mafê bijartin û hilbijartinê ye. Qeyûm, nayên qebûlkirin. Li rexekî qala aştiyê dikin li rexa din girtin, binçavkirin û tayînkirina qeyûman. Em vê qebûl nakin. Dê têkoşîna me ya li dijî pergala otorîter bidome. Dev ji vê feraseta qeyûmperest berdin. Tavilê van memûrên xwe paşve bikişînin û îradeya gel dîsa vegere ser peywira xwe.”    REWŞA ROJHILATA NAVÎN   Tulay Hatîmogûllari, bi domdarî bal kişand ser geşedanên li Rojhilata Navîn û got ku ji van geşedanan xuyaye ku pergala kûrewî di nava guherîn û veguherînê de ye. Tulay Hatîmogûllari, guherînên li Sûriyeyê bi bîr xist û got ku êriş li ser kesên sekuler, jin û daxwaza jiyaneke azad dikin tên kirin.    TECRÛBEYA ROJAVA JI BO ROJHILATA NAVÎN MODÊL E    Tulay Hatîmogûllari, got ku tecrûbeya Rojava di nava şerê navxweyî yê Sûriyeyê de ku ji sala 2011’an ve didome, mîna stêrkekê dibiriqe û ev tişt anî ziman: “Tecrûbeya Rojava bi pêşengtiya jinan pêk hat û ji bo pêşerojê ronahî ye. Modêla Rojava, ji bo tevahiya herêmê pir girîng e. Hêzên tarî û rejîmên otorîter ên herêmî ku tehemûla tecrûbeya Rojava nakin, hewl didin vê modêlê tune bikin. Em dibînin ku bi destê çeteyên SMO’yê êrişî Rojava dikin. Li Bendava Tişrînê hunermend, nivîskar, parastvanên xweza û mafên mirovan qetil kirin. Divê Tirkiye tavilê dev ji vê helwesta xwe ya neyînî berde. Heke em qala aştiyê bikin, gava herî girîng ev e. Qetilkirina sivîlan a bi ÎHA û SÎHA’yan û aştî li rex hev nabe. Pergala li Rojava ji bo Tirkiyeyê ne xetere lê misogeriya ewlehiyê ye.    TEKANE RÊ AŞTÎ YE   Heke em bixwazin tevahiya sînor biewle be, rêya vê aştiya demokratîk e. Dema em qala Rojava dikin, hemû hevalên jin keyfxweş dibin. Ji ber ku berxwedana Kobanê tê bîra her kesî. Berxwedana Kobanê nîşan da ku DAIŞ û dûvikên wê dikarin bên têkbirin. Rojava, têkoşîna jinên ji bo azadiyê canê xwe feda kirin e. Xaka azadî û jiyana wekhev e. Li dijî tarîtiya çeteyên DAIŞ’ê çirayeke ku Rojhilata Navîn ronî dike. sembola têkoşîna li dijî êrişên zayendperest û faşîst in.    TIRKIYE RAYA GIŞTÎ DIXAPÎNE   Îktîdara Tirkiyeyê û medyaya wê gelên Tirkiyeyê dixapîne û weke ku li Rojava sivîl nejîn, weke ku jiyan tune be û weke ku her kes leşker be nîşan dide. Ev xelet e, îktîdar gel dixapîne. Li Sûriyeyê tekane rêyeke heye ku ew jî avakirina rêveberiyeke demokratîk e ku hemû gel û bawerî tê de cih bigirin. Divê hevserokatî û nûnertiya wekhev bê qebûlkirin û parastin. Modêla Rojava, modeleke sekulere û ji bo şerên olê yên herêmê jî tekane çareserî ye. Dermanê pirsgirêkên li herêmê ye. Lewma parastina destekftiyên rêveberiya xweser a li Rojava, bi destûra bingehîn misogerkirina wan û amadekirina destûreke bingehîn a demokratîk girîng e. Biqasî ji destê me tê em ê li Tirkiyeyê li ser vê zemînê piştgiriyê bidin.”    Panel, ji çapemeniyê re girtî domiya.